Tevgera baskî Euskalgintzaren Kontseilua stratejîyeke nû ya bi navê “Têkoşîna Vejînê ya 2036an” eşkere kir. Tevgerê di daxuyanîya xwe ya di 28ê gulanê de ragihand ku armanca wê di deh salan de hejmara kesên bi zimanê baskî diaxivin 300,000 zedê bibe.
Kordînatorê Kontseiulayê Manex Mantxola stratejîya tevgerê li hizûra nûnerên civakî û sîyasî de bi raya giştî re parve kir. Hedefên di vê stratejîyê de hatine dîyarkirin, li ser prensîbên tevgera Batuz Aldatu hatîye avakirin ku ji 140 rêxistinan pêk tê. Tevger hewl dide ku bikaranîna baskî di jîyana rojana de pêş de bibe.
Stratejîya ziman a nû planên vejîna ziman “Gymraeg 2050” ya Welatê Galê û hewldanên ji bo pêşketina ziman ên li Katalonyayê ji xwe re mînak digire.
Raporên ziman nîşan didin, salane hejmara kesên bi rengekî herikbar baskî diaxivin 15,000 zêde dibe. Kontseilua bi stratejîya nû dixwaze vê hejmarê du qat zêde bibe û salane bibe 30,000.
Perwerdehî, qada kar û statuya fermî
Perwerde di plana nû de cîyekî mezin digire û Kontseilua dixwaze bi rêya perwerdeyê hejmara kesên bi baskî diaxivin 180,000 zêde bike. Tê plankirin, ev armanc bi berfirehirina derfetên perwerdehîyê li Herêma Otonom a Baskê, Navarra û Welatê Baskê ya Bakur pêk were.
Perwerdehîya ziman a kesên gihîştî armanceke din a vê planê ye. Hedef ev e, bi vê rêbazê 120,000 kes fêrî axaftina zimanê baskî bibin. Herwiha, di stratejîyê de tedbîrên ji bo ziman di qada kar de cî digirin. Ev tedbîr, ji hîndekarîya ziman a li ser kar û cîbicîkirina planên ziman ji alîyê şîrketên mezin pêk tê.
Di çarçoveya stratejîya ziman de ji hikumeta baskê tê daxwazkirin ku ji % 2yê budçeya Herêma Otonom a Baskê ji bo polîtîkaya ziman bê veqetandin. Niha hikumeta herêmî ji % 0.45ê butçeyê ji bo ziman vediqetîne.
Li aliyekî din, Kontseilua ji Herêma Otonom a Navarrayê daxwaz dike ku di nava sînorên xwe de zimanê baskî bike fermî. Daxwazeke bi vî rengî ya ji bo fermîbûna ziman li Welatê Baskê ya Bakur ji Fransayê tê kirin.



