SerupelNûçeKanada wê GlobalEyeê ji Swêdê bikire

Kanada wê GlobalEyeê ji Swêdê bikire

Kanadayê biryar da ku balafira kişfê ya GlobalEye ku ji alîyê Swêdê ê tê çêkirin bikire. Kanada dixwaze bi vê gavê bêyî alîkarîya Amerîkayê herêma xwe ya li Arktîkê biparêze.

Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney ragihand ku wê welatê wî di dewsa yên Amerîkayê de balafirên-hişyarîya-zû ya ewrûpî bikire. Balafira ku serokwezîr qala wê dike, GlobalEye e ku ji alîyê şîrketa Saabê ya Swêdê ve hilberîna wê tê kirin.

Carney di daxuyanîya çapemenîyê ya li paytext Ottawayê de wiha axivî:

“Bi rêya pergala wê ya sensora pêşketî, GlobalEye ya Saabê wê ji bo Hêzên Çekdar ên Kanadayê li herêma Arktîkê bibe alava sereke bi mebesta dîtin û girtina tedbîra li dijî gefan.”

Kanada par tevlî fona parastinê ya Yekitîya Ewrûpayê bûbû û ev jî rêya hevkarîya di warê ewlehîyê de bi Ewrûpayê re vekiribû. Kanada vê gava balkêş piştî gefên Trump û şerê wî yê bazirganîyê girtibû û xwestibû di warê parastinê de xwe ji Amerîkayê dûr bixe.

Serokwezîrê Kanadayê di destpêka îsal de jî dabû zanîn, Kanada wê êdî ji bo parastina herêma Arktîkê berpirsîyê bigire ser xwe. Kanada bi dehan salan di mijara ewlehîya li vê herêma xwe ya ku rûzemîna wê bi qasî 4.4 qarekîlomêtro ye, girêdayî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bû.

Çi ye Saab’s GlobalEye?

Balafira Saab GlobalEye a Swêdê xwedî radareke xurt e ku bi sedan kîlomêtro ji dûrahîyê dikare balafiran û fuzeyan tesbît bike. Herwiha, vê balafirê dikare tevgerên xetere yên keştîyan jî bibîne û bilez agahîyan bişîne ji balafirên şer re da ku midaxaleyê xetereyan bikin. Lêbelê heta niha hikumeta Kanadayê agahîyeke zelal nedaye ka wê çend balafirên GlobalEye ji Swêdê bikire.

 

 

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.