Serokwezîra eyaleta Alberta ya Kanadayê Danielle Smith di 21ê gulanê de biryara referandûma li ser statuyê ragihand. Lîdera Albertayê got, wê referendûm di 19yê çirîya pêşîn de bê lidarxistin.
Di referandûmê de wê pirs ji welatîyan bê kirin ka ew dixwazin bibin parçeyeke Kanadayê an ew dixwazin ji bo serxwebûnê referandûmeke din bê lidarxistin. Loma jî di vê dengdanê de rasterast pirsa serxwebûnê nayê kirin.
Rexnegirên rêveberîya Albertayê vê rewşê “referandûma di nava referandûmê de” pênase dikin ê dibêjin ku armanca serokwezîr ev e, bi vê gavê cudaxwazên di nava Partîya Mihefezakar a Yekgirtî de aram bike û dawî li alozîya nav partîyê bîne. Herçî serokwezîr Smith e, radigihîne ku ew alîgirê yekitîya Kanadayê ye.
Referandûmên Brexit, Quebec û Skotlandê
Pisporên sîyasî dîyar dikin ku stratejîya rêveberîya Albertayê hemleya Brexitê yê serowekwezîrê berê yê Brîtanyayê David Cameron tîne bîra mirov. Cameron jî ji bo nava partîya xwe aram bike referanddûma Brexitê pêşnîyaz kiribû. Lêbelê di encama referandûmê de Brîtanya ji Yekitîya Ewrûpayê veqetîyabû.
Li alîyekî din, heman mesele referandûmên serxwebûnê yên Quebecê jî tîna bîra mirov. Eyaleta fransîaxêf Quebec a li rojhilatê Kanadayê di 1985 û 1995an de referandûmên ji bo serxwebûnê li dar xistibûn lê herduyan de jî alîgirên yekitîyê bi ser ketibûn. Herwiha, Skotland jî bi mebesta dîyarkirina statuya xwe ya di nav Brîtanyayê de di di 2017an de referandûmekê lidarxistibû û li wir jî serxwebûnxwaz têk çûbûn.

Pispor çi dibêjin?
Pisporên self-determînasyonê dibêjin ku rewşa Albertayê naşibe Quebec û Skotlandê. Quebec di nava Kanadaya îngilîzîaxêf de eyaleteke fransîaxêv e û ev jî dibe bingeheke xurt a ji bo dîyarkirina mafê qederê. Bingeha self-determînasyonê ya Skotlandê ji netewbûna wê tê ku zêdetirî bi sedan salane ji alîyê Brîtanyayê tê venasîn. Pispor destnîşan dikin ku hêmaneke ku li Albertayê bibe bingeha nasnameya neteweyî tune ye û loma jî destpêkirina proseyeke ji bo serxwebûnê dijwar e. Gelek pispor dawîya dawî li ser vê tesbîtê hemfikir in: Heta niha li tu demokrasîyeke lîberal a xwedî endustrîyê veqetîn pêk nehatîye. Loma jî derfeta serxwebûna Albertayê gelekî kêm e.




