E-kovara Kurdistanê bi hejmara xwe ya 44. online e.
Destpêka weşana Nûçe-TVyê û pîrozbahîya Roja Ziman Kurdî nûçeyên di beşa Kurdistanê ne.
Di beşa cîhanê de meseleya parastina ziman a li Îspanyayê derketîye pêş. Çalakîyên ji bo parastina baskî û astûrî du nûçeyên vê beşê ne.
Nûçeyeke din a balkêş di derbarê salvegera şerê Dien Bien Phuyê ku di encama wê de dawî li kolonyalîzma Fransayê ya li Vîetnamê hatibû anîn.
Danasîna Konfederasyona Swîsreyê di vê hejmarê de bi dosyeya Kantona Obwaldenê berdewam dike. Agahîyên coxrafî, kurtedîrok, ziman-demografya, aborî û sîstema polîtîk mijarên vê nivîsê ne.
E-kovar di 2023an de dest bi weşanê kir û di destpêkê de mehane hat weşandin. Kurdistan niha ji 15 rojan carekê tê weşandin.
Hemû nivîsên hejmara 44.
- Nûçe TV dest bi weşanê kir
- Roja Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
- Aktîvîstên baskî daxwaza wekhevîya ziman kirin
- Aktîvîstên ziman ji bo fermîbûna astûrî meşîyan
- Lîderê ewil ê Welatê Baskê mir
- Çawa artêşa gerîla kolonyalîzmê têk bir
- Konfederasyona Swîsreyê: Kantona Obwaldenê



