SerupelNûçeNeteweyên Yekbûyî: “Her ji 14 deqeyan sivîlek tê kuştin.”

Neteweyên Yekbûyî: “Her ji 14 deqeyan sivîlek tê kuştin.”

Di civîna “di dema pevçûnên çekdarî de parastina sivîlan” de hat gotin ku di pevçûnên çekdarî yên li cîhanê, her ji 14 deqeyan sivîlek tê kuştin. Nûnerê Rûsyayê Almanyayê bi tedarîkirina sîlehan tawanbar kir, got: “Welatê ku du şerên cîhanê daye destpêkirin, niha jî şerên Xeza û Ûkraynayê gur dike.”

Li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî civîna “Di dema pevçûnên çekdarî de parastina sivîlan” li dar ket.

Dîrektorê Beşa Operasyon û Parastinê ya Ofîsa Koordînasyona Karên Însanî (UNOCHA) Edem Wosornu li ser rewşa heyî ya şerên li cîhanê got wan tespît kirine ku sala borî, di pevçûnên çekdarî de, her ji 14 deqeyan, sivîlek hatiye kuştin.

Wosornu gotina xwe weha dewam kir, got: “Ji 20 pevçûnan incax tenê ev hemar hatine bidestxistin. Li Komara Demokratîk A Kongoyê, Sûdan, Ûkrayna, Filîstîna hatiye dagirkirin û gelek deverên din, hejmara rastîn a wendahiyan bi gelekî zêdetir in.

Dîrektorê UNOCHA’yê pê re jî got: “Li deverên şer rewşa birçîbûnê jî her diçe girantir dibe, di sala 2025’an de 147 milyon însan bi birçîbûnê re rû bi rû mane. Aliyên pevçûnan Xurekan êdî wekî çeka şer bi kar tînin.

Nûnerê Rûsyayê Vassily Nebenzia jî Almanyayê bi tedarîkirina sîlehan a ji bo Îsraîlê û gurkirina şerên Xeza û Ûkraynayê tawanbar kir.

Nebenzia got: “Almanya şîrketên ‘destpêkirinê” fînanse dike. Tevî vê yekê, ji bo şer dewam bikin nêzîkbûneke nû ya şer bi pêş dixe.

Nebenzia pê re jî got: “Almanya û Îsraîlê di destpêka salê, ji bo ewlekariya sîber û bikaranîna teknolojiyên nû dokumaneke hevkariyê îmze kirine.”

Nûnerê Rûsyayê lewma jî got: “Vê yekê fikaran mezin dike. Wekî tê zanîn, bikaranîna aqilê çêkirî ya di şerê Xezayê de li cîhanê xweş nehatiye dîtin.

Nebenzia di domahîka axaftina xwe de got: “Vî welatê ku du caran şerê cîhanê daye destpêkirin, niha jî bexişdariya herî mezin ê peçûnên çekdarî dike.

Nûnerê Libnanê Ahmed Arafa jî giliyê zordariya Îsraîlê ya li ser welatê xwe kir, got: “Bêyî ku tu hişyariyê bidin gundan xera dikin û li şûna wan înşaatan çê dikin.

Axaftinên beşdaran nîşan didin ku di şerên seranserê cîhanê de, kuştinên sivîlan her zêde dibin. Heta ku êrîş li xebatkarên alîkariya însanî jî tên kirin û mal û binesaziya sivîlan tên xerakirin.