Roger Sozdar
Ev çend roj in di qada hunera kurdî de niqaşek didome. Gelek kes li ser vê mijarê nêrînên xwe anîn zimên, berdek nîşan dan, piştgirî dan û hwd.
Ji bona ku rewşa a niha ya di holê de ye zêdetir bihê fêmkirin divê çend pirs werin bersifkirin.
Huner çîye?
Hunermend kî/ê ye?
Di di qada xebatên hunerî de takekesî û komxebatî li tenişta kijan sînorê ye?
Heke em herkes li gor pîvanên ‘hurmetê’ bersiv bidin van pirsan hêviya min ew e ku wê movikê hunera Kurdî zexmtir bibe.
Li gor min niqaşên ku a niha tên kirin nikarin bersiv bidin van pirsan. Ji ber ku ev niqaş bi lezginî xwe ji ser pirsa “sekna huner û hunermendan” da aliyek û çepera nasname, aîdiyet û temsîla politikayê ava kir. Ji xwe nav li ser e “çeper” lewma ji gotinan tu tişt derneket û şer qewimî.
Rexne bi lezginî- îxanet-dijmintahî- aligirî ava kir.
Kesên(Hunermendên) ku ketin nava rexneyan li gor xwe koman ava kirin û kesên ku ne ji wan in qewirandin.
Rexneyên ku milên dinê (ew jî hunermend in) jî kirin heman talukeyê ava kirin. Wan jî ên ku ne ji wan in ji xwe qewirandin û wan bi dizekîyê, çavnebariyê û bi dagirkeriyeke hundirîn ve pênase kirin.
Ji ber wê jî kesên ku parvekirinên van hunermendan xwendin dev ji xurtbuna naverokê berdan û girîngî dan ser “ka kî/ê li kîjan aliyê ye” û li gor wê sekna xwe diyar kirin.
Vê rewşê jî gotinên hemû hunermendan li parzûnê pêvegirêdahiyê xist. Hin kes jê derbas bûn û bûn qehreman, hîn kes jî tê de man û bûn îxanetkar.
Îcar li ser vê rewşê divê em vê pirsê jî ji xwe bipirsin. Gelo ji van niqaşan ramanek ronakbîr ava dibe ku ronahiyê bide hunera kurdî?
Di vê milê de divê em li hunermêndên xelkê mêze bikin. Ka gelo niqaşên di navbera wan de çawa diqewimin? Gelo yek dibe qehreman û yek jî dibe ixanetkar?
Dema di sedsala 14. de li Ewropayê hunermendan dest bi niqaşan kirin ne kes bu çê ne jî kes bû neçê. Lê ji niqaşên wan Ronesans ava bû. Ji wan niqaşan fikrên realist, romantîk, surrealist, barok û gelek herikînên şareza ava bûn. Van fikran a niha li her derê cihanê cîh girtine û bandora wan berdewam e. Meriv dikare ji van fikran yekî hilde dest û ji bona pirsên li jorê li gor xwe bersivan ava bike. Van fikran sekanê estetîze dikin. Van fikran hestan estetîze dikin. Van fikran xweşikbûnê estetîze dikin û gelên wan jî li gor van fikran hebûna xwe ava dikin. Meriv dibêje “bila ew tim û tim niqaşan bikin û em jî wan guhtar bikin.”
Lê ên me? Ka ji van niqaşan em ê çawa tasek av vexwin? Wê çi kêrî me werin?
Mem Ararat di destpêka gazinên xwe de dibêje “dema qeyyum hat ser we kê li ba we bû?” lê ti kes li ser vê gotinê nasekine. Kesek nabêje “gelo hunermend dema li ba gelê xwe sekinî, dibe xwediyê minetan? Gelo hunermendekî xwe ji gelê xwe, ji saziyên xwe qut û cûda bihêle dibe hunermend? Li dijberê vî, herkesî da pey gotina “pere” û li wir kûr û tûj bû.
Rotînda dema Mem Ararat rexne kir bi kîjan zimanê ve kir? Gelo ew ziman a hunermendan bû an a kesekî bû. Dema Rotînda wêneyê Mem Ararat serserkî par vekir û li ser rûyê wî ‘X’ lê xist kesî tiştekî negot. Kesî negot “ka ev gotin û ev kirin li gor hunermendan e? Gelo hunermend divê çawa biaxifin? Gelo hunermend bi gotinên xwe ve ava dikin yan hildiweşînin?” Di vir de jî kesî guh neda qeliteya gotinan û avakirina wan. Dîsa herkesî bi yek devî ve got “pere, pere, pere,”
Ji xwe tê dîtin ku heke niqaşên hunerî û ên hunermendan ji fêmkirinê derket û serkeftinê ji xwe re kir armanc ji xwe ji ti kesî re nabe aş.
Tê dîtin ku niqaşên bi vê rengê nikarin ji bo hunerê tiştekî ava bikin. A niha di hunera Kurdan de a kêm jî ev e: niqaş nikarin bibin fikreke hunerî.
Nikarin ji ber ku di wan de wateya hunerê xwe ava nake.
Erka hunerê ne tenê temsiliyet e. Divê huner nakokiyên gelên xwe jî derxîne ber çavan. Heke huner bi tenê di bin pênaseya pîroziyê de bimîne zindîtiya xwe jî wenda dike. Saziyeke ku hertim li benda pesnan be jî wê her biçe ji avakireneke estetîk qut bibe û wê xwe dûbare bike.
Îro niqaşên ku li ser tora civakî tên kirin demildest dikevin nav rewşeke takekesî. Hunermend êdî li vê derê bi hevdû re na lê bi girseya xwe re diaxifin. Herkes propagandaya xwe dike. Ji ber wê jî huner êdî avaker nabe û aligiran dizê.
Li gor min divê em a niha carek din vegerin ser estetizeya hunerê û sekna hunermendan.
Tişta ku tê xwestin ne bêniqaşya hunermendên me ne. A ku tê xwestin bila ji niqaşên wan fikreke hunerî derkeve holê.
Bila ev nivîs jî bi pirseke dawîn ve biqede.
Gelo em îro huner û hunermendiyê niqaş dikin yan em li ser pişta hunermendan cihê tirsên xwe yên bêxweditiyê diedilînin?



