SerupelÇandŞaredar û sîyasetmedar ji bo ziman kar nekirin

Şaredar û sîyasetmedar ji bo ziman kar nekirin

Heval Dilbahar: Gelek şaredar û siyasetmedarên me hîn tu kar ji bo ziman nekirine. Pêşengên ziman divê li gorî vê yekê tevbigerin. Xwedîderketin divê, lê divê em çi bikin? Êdî pêdivî bi dirûşmên kevin nema ye, ji ber ku naveroka wan hatiye valakirin û tiştek jê nema ye.

Bi wesîleya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Beledîyeya Peyasê ya Amedê semînera bi navê “Xurtkirina Hîşmendiya Ziman û Xelatkirina Çîroknûsên Ciwan” hat lidarxistin.

Yekeya Parastin û Pêşxistina Ziman, Meclîsa Ziman û Gerînendetiya Ciwan û Karên Civakî yên Şaredariya Peyasê ji vê benameyê  rêberîyê kir.

Akademîsyen û nivîskar Dr. Dîlawer Zeraq li ser “Hîşmendiya Ziman”, mamoste û çalakvana ziman Semra Bîrtane li ser rewşa zimanê kirmanckî (zazakî) û Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbahar jî li ser rewşa zimanê Kurdî û xetereyên li pêşiya ziman axivîn.

Bername bi axaftinên moderatorê semînerê Alîkarê Hevşaredaran ê Peyasê Yilmaz Güneş dest pê kir.

Kurdistan û “habîtusa kurdî

Dr. Dîlawer Zeraq di bin sernivîsa “Hîşmendiya Ziman” de axaftineke balkêş kir. Hin nuqteyên balkêş ên axaftinê wiha bûn:

“Ev mijara ku niha bi we re parve dikim, encamên xebata 6 mehan e. Habîtusa Kurdî beriya damezrandina Komara Tirkiyeyê li her devera Kurdistanê hebû. Bi damezrandina komarê re zimanê tirkî li me hat ferzkirin. Ev ferzkirin ji bajaran dest pê kir û ber bi gundan ve çû. Zimanê fermî yê dewletê pêşî hişê rewabûnê têk bir. Zimanê tirkî bi rewabûna tundî û tawanbariyê di hişê me de cih girt. Ev jî bû sedema pîşaftinê. Pêşî di perwerdehiya fermî û leşkergehê de qedexekirin, di hişê me de hate rûniştandin. Zimanê fermî li ser zimanê me hat ferzkirin û ev tişt sê awayî çêbûn:

Dr.Dîlawer Zeraq/Foto: Beledîyeya Peyasê

Yek: Biprestîjîbûn – me bi xwe dev ji zimanê xwe berda.

Du: Hêjayî û qîmetdayîn-bilindbûn û daketin.

Sê: Têkerî ku kurdî têrê nake.

Ev hersê di hişê me de hatine nexşandin. Em dibin ‘nehêja’. Polîtîkaya pergalê û tundî di nav fikra me de cih digire û em êdî hewcedariyê bi nirxê xwe nabînin. Zimanê fermî ev e. Encama wê jî pîsaftin û hîyerarşiya ku hatiye afirandin e. Hişê-fikra reş, nezaniya li hember kurdî û têrînekirina wê. Bi ziman re, zimanê bajarvaniyê wek zimanê şarezatiyê tê dîtin. Bi vî awayî em zimanê xwe nas nakin, lê em nabînin ku ev ziman çi dide me. Bersiva me jî timî reaksiyon e, heta digihêje heqaretê. Ziman çiqas dewlemend be jî, ger neyê bikaranîn, tu xêra wê tune. Divê bersiva me li hember tirkî hebe. Beramberî wê gereke hebe, ne reş û spî be. Ji ber ku em xweparastinê şaş fam dikin. Dema ji me tê pirsîn ‘sifir bi kurdî çi ye?’, em nabêjin ‘ka sifir bi tirkî çi ye?’. Yê dipirse jî kurd e, yê bê bersiv jî dimîne kurd e. Gotinên me wiha li dijî me tên bikaranîn. Em li gorî êrîşê tevdigerin, ne li gorî bersivdayîna bi hişmendî û dibin bersiv.”

Kirmanckî di xetereyê de ye

Mamosteya ziman Semra Bîrtane bi axaftina xwe ya bi kirmanckî de li ser rewşa zimanê kirmanckî sekinî. Di axaftina bi sernivîsa “Hîşmendî û Muhîmîya Ziwane” de Bîrtane van gotinan kirin:

“Di sala 1999’an de li gorî rapora UNESCO’yê, li cîhanê 2500 zimanên di bin metirsiyê de hene. Li Tirkiyeyê jî 18 ziman di bin xeterê de ne. Mixabin ku Zazakî jî di nav van zimanan de cih digire. Ziman ji devokekê derbasî devokeke din bûye û gihaştiye nifşên nû.

Ji nav zimanên kevnar ên Mezopotamyayê yek jî Zazakî ye ku heta roja me ji devokekê derbasî devokeke din bûye û gihaştiye nifşên nû. Li gorî zimanên din ên kurdî, nivîsandina Zazakî gelekî dereng maye. Ji ber vê yekê berhemên wê yên edebiyata modern û klasîk kêm in.”

Şaredar ji bo ziman kar nekirin 

Axaftina dawî ya semînerê ji alîyê Heval Dilbahar ve hat kirin. Hin nuqteyên giring ên vê axftinê wiha bûn:

“Saziyên me, şaredarî û parlamenter, gava ku dibêjin ‘çima zarok bi kurdî naaxivin’, divê pêşî li xwe binêrin. Ew kurdî di xwe de ava nakin, lewma nabe zimanê me jî. Xwe guhertin pêwîst e. Divê em hîşmendiya zimanê kurdî fêr bibin û bi zanîn tevbigerin. Ger em nikaribin vê yekê bikin, em ê nikaribin ziman jî bidin parastin.

Heval Dilbahar/Foto: Infowelat

Hewcedariya me bi dirûşman nîne ku em bêjin ‘Ziman Rûmet e!’. Rûmet e, lê em bi xwe rûmetê pêk nayînin. Hêzên dagirker û mêtînger têra xwe êrîşî ser ziman dikin. Li Wanê Tirkoistan, li Hewlêrê Erebistan, li Rojava nizanim çi stan… Li her deverê heman rewş ev e. Pêşketinên sedsala 15, 16 û 17’an pêk hatibûn, îro bi saya teknolojiyê di nav salekê de pêk tên. Ji ber vê yekê zimanê kurdî ketiye bin metirsiya tunebûnê.

Xebat û encamên têkoşîna neteweyî ya kurdan û sedemên din, hin tiştan ji bo zimanê kurdî bi ser xwe ve tînin, lê têrê nakin. Trajedî ye ku em bêjin ‘bila her kes zimanê xwe hîn bibe’. Di mijara ziman de em hemû di pozîsyona rexnedayînê de ne. Çawa dikarim zimanê dayika ku 9 mehan min hilgirt û mezin kiriye ji bîr bikim?

Li ser navê xwe dibêjim: Gelek şaredar û siyasetmedarên me hîn tu kar ji bo ziman nekirine. Pêşengên ziman divê li gorî vê yekê tevbigerin. Xwedîderketin divê, lê divê em çi bikin? Êdî pêdivî bi dirûşmên kevin nema ye, ji ber ku naveroka wan hatiye valakirin û tiştek jê nema ye. Loma divê hemû sazî stratejiya xwe ya ziman ava bikin. Bi atolye, panel û fuaran tenê nabe. Divê em di her warî de ji bo kurdî xwe bi rêxistin bikin. Di bin sîwana şaredariyan de rê û rêbazên afirîner ava bikin û xwe bi rêxistin bikin.

Di serî de ez wek Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê di vî warî de rexnedayîna xwe didim û bang dikim ku em têkoşîna ziman hîn bêhtir gûr bikin.”

Ji ber nûçeya Beşa Çapemenîyê ya Beledîyeya Peyasê hatîye amadekirin.