SerupelNûçeFransayê destvekişîna ji Afrîkayê qebûl kir

Fransayê destvekişîna ji Afrîkayê qebûl kir

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li helwesta paşerojê ya mêtîngeriyê mikur hat, pê re jî got: “Afrîka ji sala 2017’yan û vir ve êdî ne baxçeyê me yê paşiyê ye. Parîs di 10 salên dawîn de nêrîna xwe ya li Afrîkayê guheriye, êdî bi têgehên “serweriya dewletê û yekparetiya axê” wê nêzî veguherîna Afrîkayê bibe.”

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di civîna çapemeniyê ya ku tevî Serokomarê Kenyayê William Ruto li paytext Nairobiyê li dar xist de destvekişîna ji Afrîkayê qebûl kir.

Macron got: “Fransa êdî wekî baxçeyê xwe yê paşiyê li Afrîkayê nanere. Ev rewş ji sala 2017’yan û vir ve bi dawî bûye.”

Serokomarê Fransayê di domahîka axaftina xwe de got: “Parîs di 10 salên dawîn de nêrîna xwe ya li Afrîkayê guheriye, êdî bi têgehên “serweriya dewletê û yekparetiya axê” wê nêzî veguherîna Afrîkayê bibe.”

Tevî van gotinan, di civînê de hat diyarkirin ku herdu lîderan 11 peymanên aborî û lojîstîkê yên bi sed milyon dolaran îmze kirine.

Macron îdia kir ku Fransa li ser daxwaza rayedaran, ji Maliyê vekişiyaye. Bes pê re jî got: “Vê biryarê bi kêra Maliyê nehatiye. Bi wextê re diyar bûye ku vekişîn ne pejirandineke baş bûye. Lewre pirsgirêkên Maliyê çareser nebûne.”

Fransa demeke dirêj mêtîngeriya Afrîkayê kir. Piştî bidawîkirina mêtîngeriyê, bi têkîliyên ku wekî “Françafrique” tê pênasekirin, bandora siyasî, aborî, leşkerî û çandî ya li ser Afrîkayê dewam kir. Bi taybetî jî li ser Rojavayê Afrîkayê û herêma Sahelê bandor kir.

Lîderê Burkîna Fasoyê Îbrahîm Traore yê bi derbeyê hatibû ser kar, di sala 2024’an de helwesta Fransayê weha anîbû ziman: “Em qurbaniyên dewlemendiya xwe ne. Împeryalîst li pêyî vê dewlemendiyê ketine û ji bo vê dewlemendiyê dîsa têkeve destê wan, dixwazin koletiya me bidin dewamkirin.”

Di salên dawîn de, li welatên Afrîkayê yên di bin tesîra Fransayê de dijberiya Fransayê heye. Afrîkî dixwazin Fransa destê xwe bi temamî ji parzemîna wan vekişîne. Li welatên wekî Malî, Burkîna Faso û Nîjerê derbe pêk hatin û di encama van derbeyan de Fransa ji van welatan derket.