SerupelNûçeSerokomara Tanzanyayê nivşên Z’yê tehdît kir

Serokomara Tanzanyayê nivşên Z’yê tehdît kir

Serokomara Tanzanyayê nivşên Z’yê wekî ciwanên “bêterbiye” pênase kir, gotina xwe bir ser çalakiyên wan ên li seranserê parzemîna Afrîkayê, got: “Demokrasî nikare ji bo welatên me bêîstikrar bike bê bikaranîn.”

Serokomara Tanzanyayê Samia Suluhu Hassan dema axaftina Foruma Kar A Tanzanya-Kenyayê ya li bajarê Daruselamê li dar dikeve, nivşên ku wekî Z tên pênasekirin tehdît kir.

Samia Suluhu Hassanê tevgerên bi pêşengiya nivşên Z’yê wekî “belavkirina kaosê” û hewildanên bêîstikrarkirina herêmê pênase kir û ji welatên Rojhilatê Afrîkayê daxwaz kir ku bila li beramberî protestoyên ciwanan ên li derveyî sînor tên pêkanîn, zexim tev bigerin.

Serokomarê got protestoyên ku ciwan pêk tînin jî di nav de, ji bo bêaramiya herêmê ji holê rakin wê bi serokê Kenyayê William Ruto re hevdîtin pêk aniye.

Samia Suluhu Hassanê tehdîta xwe weha dewam kir:

“Vana ciwanên bêterbiye ne. Di navbera Tanzanyayî û Kenyayiyan de divê em cihêwaziyê nekin. Dema bên aliyê min, zanim ezê ji wan re çi bikim; dema bên aliyê we, divê hûn jî li hemberî wan zexim tev bigerin, da ku bila bên terbiyekirin”

Serokomara Tanzanyayê pê re jî got:

“Ji bo welatên me bêîstikrar bikin divê demokrasiyê bi kar neyînin. Demokrasiya li herêmên din ên cîhanê ji demokrasiya me ya vê derê cudatir e. Demokrasiya li Rojhilatê Afrîkayê divê li gorî “rêbaz û adetên herêmê” be. Modelên biyanî ne li gorî me ne û pergala raya giştî û nasnameya me ya netewî xera dikin.”

David Maraga: Serokê berê yê Dadgeha Bilind A Kenyayê

Serokê berê yê Dadgeha Bilind A Kenyayê David Maraga tehdîta Samia Suluhu Hassanê ya li dij nivşên Z’yê wekî tîraniyê pênase kir û şermezarî da tehdîtê.

Hêzên ewlekariyê bi tundî mudaxeleya protestoyên nivşên Z’yê kirin

Dawiya sala 2025’an, nivşên Z’yê ji ber sedemên pirsgirêkên aborî û rêveberiyê, li hin welatên Afrîkayê çalakiyên protestoyê dabûn destpêkirin. Pêla protestoyê, di demeke kurt de li gelek welatan belav bû.

Li Tanzanyayê, piştî hilbijartina giştî ya meha Cotmehê çalakiyên protestoyê li dar ketibûn. Çalakgerên ciwan îstifaya Samia Suluhu Hassanê xwestibûn. Hêzên ewlekariyê bi tundî mudaxeleyî protestoyan kiribûn. Tê îdiakirin ku dema van mudaxeleyan bi sedan kes hatine kuştin. Muxalefet dibêje cesedên van kesan bi awayê veşirtî hatin binaxkirin.

Li aliyê din, tê ragihandin ku hikûmetê di Nîsana 2026’an de qebûl kiriye ku dema protestoyên hilbijartinê, herî kêm 518 kesan jiyana xwe ji dest dane.

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.