Komkujiya Dêrsîmê ya artêşa Tirk di navbera salên 1937-1938’an de pêk anî, yek ji buyerên herî bi êş a dîroka modern a Tirk û Kurdan e û nîqaşên li ser buyerê hê jî dewam dikin. Dema operasyonan civakên Kurdên Elewî yên li Dêrsîmê –paşê navê wê wekî Tuncelî hat guhertin– hedef hatin girtin û qetlîamên komî li wan hat kirin, bi darê zorê ji ciyûwarên xwe hatin kirin û zextên demdirêj li ser çanda wan hat kirin.
Rageşiyên li Dêrsîmê beriya şîdeta dawiya salên 1930’î dest pê kiribû. Dema Osmaniya, Komên eşîrên Kurdan di bin rêbertiya lîderên herêmê de xwedî otonomiyê bûn. Bes, piştî avakirina Komara Tirkiyê ya di bin desthilata Mustafa Kemal Ataturk de, reformên ku armanc dikirin navendîbûn û yekîtiya netewî pêk bînin vê binesaziyê xera kirin.

Polîtîkayên “Tirkbûnkirin”ê armanc dikirin ku nasnameyeke netewî ya homojen pêk were, lewma jî Kurdan li hemberî vê yekê serî rakirin. Qanûna Bicîkirinê ya 1934’an û pê re Qanûna Tûnceliyê, bi taybetî li ser herêmên wekî Dêrsîmê yên rabirdûyeke wan a serhildanê hene û kontrola dewletê qels e, cîguhertina bi darê zorê û kontrola dewletê mayînde kir.
Ji serhildanê heta tevgera leşkerî
Di 1937’an, li pêyî ku lîderên herêmê van polîtîkayan protesto kirin, aramî xera bû. Pevçûnên çekdarî derketin, pê re jî bi befirehî mudaxelaya leşkerî hat kirin. Hêzên Tirkan ji bo serhildana di bin rêbertiya lîderê eşîrê Seyid Riza de bide sekinandin, nêzî 25.000 leşker bi kar anî.
Êrîş di çend merhaleyan de pêk hat. Di Îlona 1937’an de, di navbera dema hevdîtinên aştiyê de Seyid Riza hat girtin û paşê tevî çend hevkarên xwe hat idamkirin. Bes vê yekê nekarî pêşiyê bigire, berxwedanê heta 1938’an dewam kir, herweha operasyonên leşkerî jî zêdetir bûn.
Bombardimanên hewayî, serdegirtina gundan û tevgera vemaliştinê ya berfirehî herêm xerêm xera kir. Rapor dibêjin madeyên kîmyewî hatine bikaranîn û li dij sivîlan şîdeteke bê hed û hesab pêk hatiye. Dawiya 1938’an berxwedana bi rêxistin hat rûxandin û di encamê de girseyeke mezin însan hatin wendakirin.
Qetlîamên komî û jiciyûwarkinên bi darê zorê
Texmînên hejmara kuştiyan ji hev cuda tên gotin. Qeydên Tirkan ên fermî dibêjin zêdetirê 13.000 sivîl hatine kuştin û nêzî 12.000 kes jî hatine mişextkirin. Lê belê dîrokzanên sebixwe û çavkaniyên Kurdan van hejmaran wekî di navbera ji 30.000 heta 60.000 destnîşan dikin.
Îfadeyên şahidan û lêkolînên paşê hatine kirin înfazên komî, şewitandina sivîlan a di deverên girtî û rûxandina gelek gundan eşkere dikin. Bi hezaran kes bi darê zorê li herêmên din Tirkiyê hatine bicîkirin, ji ber vê yekê, li Dêrsîmê gelek dever bi awayê fiîlî xalî bûne.

Mîras û hişê nîqaşbar
Piştî dehên salan, Komkujiya Dêrsîmê hîna jî bandorê li nîqaşên li ser nasnameya Kurdan, şîdeta dewletê û berpirsiyariya dîrokî pêk tîne. Di sala 2011’yan de, serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayyib Erdogan ji gel lêborîn xwest, buyerên qewimî wekî “yek ji buyerên herî trajîk” ên di dîroka netewê de pênase kir û qebûl kir ku operasyon bi awayê sîstematîk hatine plankirin.
Tevî vê yekê dîsa şiroveyên ji hev cuda hene. Hin kes xwestina lêborînê wekî gaveke bi wate ya ber bi lihevkirinê dinirxînin, hin kes jî vê gavê wekî gaveke siyasî dinirxînin û dibêjin lazim e naskirin an jî tazmîneteke berfirehtir bê qebûlkirin.
Îroj, Dêrsîm wekî semboleke berxwedanê ya di navbera otorîteya dewletê û nasnameya etnîkî de tê qebûlkirin û ji bo mafên Kurdan ên li Tirkiyê û hişê dîrokî bandoreke mayînde pêk tîne.


