Li Îtalyayê komên neofaşîst û rastgirên tundrew bi “silava faşîzmê” milîtanê rastgirê tundrew Sergio Ramelliyê 50 sal berê hatibû kuştin bi bîr anîn.
Bi sedan rastgirên tundrew di salvera kuştina Ramelli de, bi meşale û sloganên faşîst ji kolanên Paladino û Amadeoyê ve meşiyan ciyê ku buyer lê qewimiye.
Dema meşê pankarta “rêzdariya ji bo rêhevalên ketine” vekirin û sloganên wekî “Heil Hitler” avêtin. Pê re jî, çûn ber abîdeya Sergioyê Ramelli ya li Via Paladiniyê, rûmetdarî pêşkêş kirin û kulîlk danîn ber abîdeyê.
Giorgia Meloniya serokwezîra hikûmeta ji dema Benito Mussoliniyê faşîst û vir ve wekî hikûmeta herî tundrew hatiye damezrandin jî ji bo Sergio Ramelli peyamek belav kir. Di peyamê de destnîşan kir ku divê herkes li buyera Ramelli xwedî derkeve.
Li dij vê çalakiya ku komên neofaşîst pêk tînin nerazîbûn hene. Rexneyên weha tên kirin, dibêjin “komên neofaşîst bi vê çalakiyê pesnê faşîzmê didin”. Di halê hazir de, li Îtalyayê pesindayîna faşîzmê sûc e. Lewma jî tê gotin ku divê ev çalakî di vê çarçoveyê de bê dîtin ku van koman sucê faşîzmê pêk tînin.

Sergio Ramelliyê endamê Eniya Ciwanan a Partiya Tevgera Sosyal a Îtalyayê, di 13’ê Adara 1975’an de, li Mîlanoyê, li ser kolanê êrîş lê tê kirin û bi giranî tê birîndarkirin. Di encama êrîşê de, Ramelli di 29’ê Nîsana 1975’an, di 19 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dide. Tê îddiakirin ku Segio Ramelli ji aliyê milîtanên çepgir ve hatiye kuştin.


