SerupelNûçe“Êdî emê nebin bîner!” – Senegal yekem car e ji Fransayê azad...

“Êdî emê nebin bîner!” – Senegal yekem car e ji Fransayê azad Foruma Dakarê li dar dixe

Foruma Aştî û Ewlekariyê ya Navneteweyî ya Dakarê yekem car e bêyî beşdariya Fransayê li dar dikeve. Vê foruma salane, yekem carê, di sala 2013’yan de li dar ket. Fransayê bi awayê kevneşopî hersal vê forumê fînanse dikir û ji bo beşdariyê heyet dişand.

10. Foruma Aştî û Ewlekariyê ya Navneteweyî ya Dakarê tê lidarxistin. Di axaftina despêkê de, Serokomarê Senegalê Bassirou Diomaye Faye bang li parzemîna Afrîkayê kir ku êdî bila rola xwe ya bîneriyê biguhere û serwerî û aboriya xwe têxe destê xwe.

Faye axaftina xwe weha dewam kir, got: “Afrîka di navbera hêzên mezin de divê êdî nebe qada çavbirçîtî û reqabeta enerjî û kanvaniyê. Divê êdî em zêdetir çalak bin û karên xwe bi xwe bikin. Li ser parzemîna xwe serweriya xwe pêk bînin.”

Pê jî got: “Divê êdî em qebûl nekin ku ewlekariya me li deverên din bê tayînkirin û lazimiyên me ji aliyê berjewendiyên biyanî ve bên diyarkirin.”

Foruma Aştî û Ewlekariyê ya Navneteweyî ya Dakarê yekem car e bêyî beşdariya Fransayê li dar dikeve. Vê foruma salane, yekem carê, di sala 2013’yan de li dar ket. Fransayê bi awayê kevneşopî hersal vê forumê fînanse dikir û ji bo beşdariyê heyet dişand.

Senegal her çiqasî di sala 1960’î de serxwebûna xwe bi dest xistiye jî, hebûna leşkerî ya Fransayê heta sala 2025’an dewam kir. Di sala 2025’an de, hikûmeta Faye, di çarçoveya polîtîkayeke serbixwe de, têkîliya xwe ya siyasî û leşkerî ya bi Fransayê re qut kir. Lewma jî Fransayê heta Tîrmeha heman salê baregehên xwe yên li Senegalê da girtin û leşkerên xwe ji vî welatî vekişand.

Heman helwest ji aliyê welatên din ên Afrîkayê, bi taybetî jî ji aliyê welatên Sahelê ve tê nîşandayîn û polîtîkayeke xwe ji Fransayê rizgarkirinê dimeşînin.

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.