SerupelPolîtîkaKuba: Em ê li dijî êrişeke Amerîkayê xwe biparêzin

Kuba: Em ê li dijî êrişeke Amerîkayê xwe biparêzin

Serokê Kubayê di salvegera êrişa 1961an de got, welatê wî naxwaze alozîya bi Amerîkayê re kûr bibe lê ew ji bo êrişeke amade ne.

Serokê Kubayê  Miguel Díaz-Canel got, welatê wî ji bo êrişeke Amerîkayê amade ye.

Lîderê Kubayê van gotinên xwe yên balkêş di salvegera êrişa 1961an de ku wekî êrişa Kendava Berazan tê naskirin, kirin.

Êrişa navborî ji alîyê mixalifên Şoreşa Kubayê hatibû kirin û ji alîyê Amerîkayê hatibû birêxistinkirin.

Miguel Díaz-Canel di merasîma salvegerê de got, Kuba naxwaze alozîya bi Amerîkayê re kûr bibe lê welatê wî ji bo êrişekê amade ye.

Miguel Díaz-Canel Duma.gov.ru, CC BY 4.0

Díaz-Canel di axaftina xwe de Amerîkayê bi şerê aborîyê û enerjîyê ya li dijî Kubayê sûcdar kir.

Serokê Kubayê îdîayên ku Kuba dike têk biçe qebûl nekir û di dewsa vê de welatê xwe wekî “dewleteke dorpêçkirî” pênase kir.

Rêveberîya Donald Trump di mehên dawî de dorpêçkirineke jidandî li ser Kubayê dimeşîne.

Keştîyên şer ên Amerîkayê yên li dora Kubayê rêya keştîyên petrolê dibirin û ev jî li Kubayê krîza enerjîyê zêde dike.

Şoreşa Kubayê û ambargoya Amerîkayê

Amerîka Şoreşa Kubayê ku di  1959an de dawî li dîktatorîya Fulgencia Batista anî, nasnekir û ji bo hilweşandina wê ket nava tevgerê.

Washingtonê di 1961an de kontrayên kubayî birêxistin kir ku xwestin Kendava Berazan têkevin nava welêt.

Kontrayên kubayê di vê êrişê de bi ser neketin û piştî vê têkçûnê Amerîkayê ambargoya aborî li hemberê Kubayê ragihand.

Digel ambargoyê jî Kuba di warê avakirina binesaziya dewleta nû de serfiraz bû û bû yek ji dewleta herî bi îstikrar a Amerîkaya Latîn.

Nûçe di Infowelat de hatîye weşandin