Şerê Amerîka û Îsraîlê li dij Îranê dabû destpêkirin, piştî 40 rojan rawestiya. Serokê Amerîkayê Donald Trump li pêyî gefên tund ên li Îranê, agirbesta demkî ragihand.

Trump xwe wekî serokê Amerîkayê û nûnerê Welatên Rojhilata Navîn pênase kir û got wan êrîş û bombardimana li ser Îranê bo du hefteyan daye sekinandin. Trump dibêje Îranê pêşniyareke ji 10 xalan pêk tê ragihandiye, ewê jî hewl bidin di navbera van du hefteyan de peymana agirbestê teqez û mayînde bikin.
Tevî vê yekê, Donald Trump vekirina Tengava Hurmuzê wekî şert danî, got eger vî şertî pêk were, ewê jî di vê navberê de operasyonên leşkerî bidin sekinandin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump pê re jî peyameke din belav kir, got: “Ev roj ji bo aştiya cîhanê rojeke mezin e. Îran jî dixwaze vê yekê pêk were, lewre ew jî ji vê rewşê aciz in. Herweha herkes ji vê rewşê aciz e. Amerîka wê alîkariya trafîka li Tengava Hurmuzê bike. Gelek gavên erênî wê bên avêtin. Emê gelek perayan qezenc bikin. Îran dikare ji nû ve dest bi pêvajoya avakirinê bike. Ji bo hertişt di rêya xwe de bimeşe, emê li wir bin. Wekî li Amerîkayê pêk hatibû, li Rojhilata Navîn jî Serdema Zêrîn wê bide destpêkirin.”
Wezareta Karên Derve ya Îranê jî agirbest piştrast kir. Wezîrê Karên Derve Ebbas Arakçî diyar kir ku derbasbûna Tengava Hurmuzê bo du hefteyan wê bi ewle be.
10 XALÊN KU ÎRAN DAXWAZ DIKE
10 xalên ku Îranê pêşniyar kiriye û Trump dibêje dikarin werin muzakerekirin weha ne:
- Lazim e Amerîka garantiya ku wê êrîşan nekin bide
- Derbasbûna ji Tengava Hurmuzê divê tevî koordînasyona Hêzên Îranê ve bi awayê bi kontrol bê kirin
- Dewlemendkirina Ûranyûmê ya Îranê bê qebûlkirin
- Hemû tedbîrên li dij Îranê bên rakirin
- Tebdîrên sereke yên li din Îranê bên rakirin
- Biryarên Konseya Ewlekariyê yên Neteweyên Yekbûyî bên bidawîkirin
- Biryarên Ajansa Enerjiya Atomê ya ya Navneteweyî bên bidawîkirin
- Hesabê hemû zirara Îranê bê derxistin û vê zirarê bê dayîn û hemû malên Îranê yên dest danîne ser serberst werin berdan
- Hêzên şer ên Amerîkayê ji hemû baregehên li herêmê û nuqteyên lê bi cî bûne bê vekişandin
- Lubnan jî di nav de, li hemû eniyan, şerê li dij komên mutefîk bê bidawîkirin
Tê ragihandin ku muzakereyên li ser babetê wê li Pakistanê bên kirin. Heyetên aliyan di 10’ê Nîsanê, roja Îniyê de, wê biçin paytext Îslamabadê.

