Li gel zextên serokê Amerîkayê Donald Trump pêşniyareke agirbestê li Washington û Tehranê hat kirin. Çapemeniya Amerîkayê ragihand, di pêşniyarê de tê xwestin ku pevçûn 45 rojan bê rawestandin û Tengava Hurmuzê bê vekirin.
Di nûçeya Associated Pressê de hat gotin ku pêşniyar ji aliyê Misir, Pakistan û Tirkiyê ve hatiye amadekirin. Tê gotin ku pêşniyar saetên nîvê şevê ji Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebbas Arakçî û Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn û Amerîkayê Steve Witkoff re hatiye şandin.
Îran û Amerîkayê heta niha di der barê pêşniyarê de tu agahiyeke fermî nedan. Bes rayedarekî Îranê yê nexwestiye navê xwe diyar bike, ji ajansa nûçeyan a Reutersê re got ku agirbesteke demkî nikare Tengava Hurmuzê bide vekirin. Pê re jî got ewê pêşniyarê di ber çav re derbas bikin, bes çi wexteke ji bo nirxandinê li ser wan bê ferzkirin, wê qebûl nekin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo peymanê qebûl bikin û Tengava Hurmuzê vekin, zextan li Îranê dike. Dibêje eger venekin, emê Îranê birûxînin. Tevî vê yekê, Trump wexta ku dabû Îranê careke din, bo rojekê dirêj kir. Wexta nû, li gorî saeta Amerîkayê saet di 20:00 ê 7’ê Nîsanê de bi dawî dibe. Beriya vê, Trump heta saet 20:00 ê 6’ê Nîsanê wext dabû. Ev yek jî li gorî saeta Kurdistanê dibe saet 03:00 ê 8’ê Nîsanê.

