SerupelNûçeNASA’yê piştî 54 salan careke din berê xwe da heyvê

NASA’yê piştî 54 salan careke din berê xwe da heyvê

Ajansa Hewagerî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) di çarçoveya misyona Artemis 2’yê de wesayita Orionê şand heyvê. Wezîfeya Orionê nêzî deh rojan wê dewam bike.

Ajansa Hewagerî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) li pêyî 54 salan, di çarçoveya misyona Artemis II’yê de, tevî çar astronotan, wesayita fezayê ya bi navê Orionê şand heyvê. Orion ji Navenda Fezayê ya Kennedyyê ya li Florîdayê hat rakirin. Ji NASA’yê astronotên Reid Wiseman, Victor Glover, Christina Koch û ji Ajansa Fezayê ya Kanadayê (CSA) Astronot Jeremy Hansen di nav tîma Artemîs 2’yê de cî girtin.

Hat ragihandin ku li pêyî rakirinê bi 8 deqeyan wesayît gihîştiye 100 kîlometre bilindahiyê, nêzî sînorê atmosferê bûye û motora bingehîn xwe ji kapsula Orionê berdaye.

Wezîfeya Orionê nêzî deh rojan wê dewam bike. Wesayît tevî ku wê danekeve ser rûyê heyvê jî, tîma astronotan di vê navberê de wê pergelên wesayîta fezayê test bikin, hewl bidin ku dîmenên deverên berê nehatine dîtin bikişînin û deverên ji bo pêşerojê karibin dakevinê tespît bikin.

Wesayita Orionê di çarçoveya misyona Artemis 1’ê, di sala 2022’yan de li dora heyvê carekê geriyabû û paşê jî vegeriyabû dinyayê.

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.