SerupelNûçeLi Amerîkayê dijberiya Trump û şer: Pêla sêyemîn a protestoyên “No Kings”...

Li Amerîkayê dijberiya Trump û şer: Pêla sêyemîn a protestoyên “No Kings” li dar ketin

Ji bo polîtîkayên Trump û şerê Îranê protesto bikin, li temamê 50 eyalatên Amerîkayê, bi milyonan kes daketin kolanan û dengê xwe yê dijberiyê bilind kirin.

Li Amerîkayê dijberiya serok Donald Trump û şerê Îranê her diçe zêde dibe. Bi milyonan Amerîkî ji bo Donald Trump protesto bikin daketin kolanan.

Li seranserên Amerîkayê, di çarçoveya protestoyên “No Kings” ên dibêjin “Ji Kralan Re Na” li 50 eyaletan, zêdetirê 3 hezar û 200 çalakiyên protestoyê hatin li darxistin.

Protestokaran pankartên wekî “Qeşmer, deyne taca xwe”, “Guherîna rejîmê li malê dest pê dike”, “Li hemberî zordariyê derkeve” û “Xwe ji Trump xelas ke” bilind kirin.

Robert De Niroyê ku yek ji organîzatorên çalakiyê ye dibêje; “Beriya Trump serokek ku bi vê qasê azadiyan û ewlekeriyê tehdît bike tuneye.”

Li gorî hev-damezrîner û hev-dîrektorê tevgera Indivisibleyê, Ezra Levin, di pêla yekemîn a protestoyên meha Hezîranê de, 5 milyon, di pêla duyemîn a meha Cotmehê de 7 milyon û di pêla sêyemîn a protestoyên dawîn de jî herî kêm 8 milyon kes beşdarî çalakiyên protestoyê bûne. Vê yekê jî tê maneya ku beşdarî li gorî pêla yekem a meha Hezîrana borî, zêdetirê ji %40 pêk hatiye.

Li Los Angelesê 74 kes hatin binçavkirin

Çalakiyên protestoyê tevî ku li seranserên Amerîkayê di nav atmosfereke aştiyane de derbas bûn jî, polîsan li Los Angelesê bi tundî mudaxele kirin û gazên çavsotîner bi kar anîn. Hat ragihandin ku li Los Angelesê 74 kes li pêyî çalakiyên protestoyê hatine binçavkirin.