Li Fransayê ji bo sûcên qirkirinê yên çeteyên DAEŞ’ê li dij Kurdên Êzîdî pêk anîne, biryareke dîrokî hat dayîn. Dadgeha Fransayê ya Cezeyê Giran cezeyê heta dawiya temen da Sabrî Essîdê Fransî.
Endamê DAEŞ’ê yê Fransî Sabrî Essîd bi hinceta ku di navbera salên 2014 û 2016’yan de, li Sûriyê, li dijî du jin û zarokan qirkirin û sûcê li dij mirovahiyê pêk aniye, sûcdar hat dîtin. Sabrî Essîd bi hinceta ku alîkariya kolekirinê kiriye jî hat mehkûmkirin.
Sabrî Essîdê cîhadîst ê ku bi navê Ebu Dojanah el-Faransi dihat pênasekirin, di nava DAEŞ’ê de, wekî rayedarekî payebilind cî digirt.
Sabrî Essîd her çiqasî wekî ku hatiye kuştin tê nîşandayîn jî, heta niha delîleke ku kuştina wî piştrast bike çê nebûye. Lewma jî, cîhadîstê terorîst li gel ku beşdar nedibû jî, dihat darizandin.
Biryara dadgehê wekî biryareke dîrokî tê ravekirin. Lewre dibe cara yekem ku kesekî welatiyê Fransayê bi sûcê qirkirinê tê mehkûmkirin û dadgeha Fransayê ji bo hovîtiya ku DAEŞ’ê li dij civaka Kurdên Êzîdî pêk anîne cezeyê dide.

