Lîderê PKKê di peyama xwe de got, “sebebên aştîyê yên di navbera gelan de û avakirina neteweya demokratîk zêde dibe.
Peyama Ocalan bi Kurdî ji aliyê Veysî Aktaş û bi Tirkî jî ji aliyê aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Medya Aslanê ve hate xwendin.
Ocalan di peyama xwe de Dehaq wekî “temsîla pergala şaristaniya dewletan” nîşan da û bi van gotinan qala alozîya dawî ya li Rojhilata Navîn kir:
“Bi awayekî rojane israra li ser domandina polîtîkayên kevnar li herêmê karesatek bi xwe re aniye. Parçebûnên ku ji ber polîtîkayên tepeserkirin, înkar û dijminatiyê yên ku nemaze li Rojhilata Navîn hatine afirandin, mixabin îro ji bo destwerdanên emperyal wek hincet hatine dîtin.”
Ocalan got, “ Her ku kevneşopiyên dewletê yên Sunnî û Şîe û kevneşopiyên neteweperestî tên derbaskirin, derfeta jiyana azad a di navbera gelan de xurt dibe.”
“Entegrasyona demokratîk”
Lîderê PKKê li ser proseya di navbera rêxistina wî û Tirkîyeyê de jî sekinî bi van gotinan “entegrasyona demokratîk wekî pêwîstîyekê nîşan da:
“Ji bo vê yekê, divê em bawer bikin ku çand û bawerî dikarin bi hev re bijîn, em dikarin ji îdeolojiyên teng ên neteweperest derbas bibin û li ser bingeha entegrasyona demokratîk bibin yek û bi hev re hebûna xwe ava bikin. Divê em wê hişmendiyê derxin holê ku em dikarin wekî di dîroka me de çêbûye îro jî li hemberî her cure şer, xizanî û hovîtiyê bi ser bikevin.”
“Hêzên hegemonîk”
Ocalan di peyama xwe ya dirêj de “hêzên hegemonîk” berpirsê şerê li herêmê nîşan da û bi van çareserîya xwe ji bo vê rewşê bi van gotinan îfade kir:
“Wekî di dîrokê de çêbû, em dikarin îro jî bi hev re astengiyên li pêşiya vê çanda mezin ku bikare xwe bi awayekî azad îfade bike û li ser bingeha nasnameyên xwe yên rastîn entegre bibe, derbas bikin. “
Di dawîya peyamê de Ocalan got “gengaz e ku mirov bi rihê yekitiyê siyaseta demokratîk diyarî bike.”


