SerupelHevpeyvînRêwîtiya demokratîk a dirêj a Moutierê ya ber bi Kantona Jurayê ve

Rêwîtiya demokratîk a dirêj a Moutierê ya ber bi Kantona Jurayê ve

Piştî nîqaş, referandûm û lihevnekirinên hiqûqî yên nêzî nîv-sedsalê, bajaroka Moutierê ya Swîsreyê di 1 Çile 2026’an de, bi awayê fermî tevî nav Kantona Jurayê bû. Şaredar Marcel Winistoerferê ku deh sal in xizmetê dike û di nava vê tevgerê de bi awayê çalak cî digire, pêvajoya dirêj a demokratîk, dijberiyên di nava bajarokê de û veguherstina bi merhale ya di halê hazir de dewam dike dinirxîne. Dibêje, çîroka Moutierê nîşan dide bê li pêyî pevçûnên siyasî yên bi kûrahî kok berdane, çawa bi rêya saziyên demokratîk û sebrê ve tên çareserkirin.

Pergala siyasî ya Swîsreyê li ser binyata federal a xurt a ku bi awayê saxlem rêveberiya xweser a herêmî û demokrasiya rasterast saz dike ava bûye. Di vê çarçoveyê de, heta ku sînorên kantonê ji nû ve bê danîn jî bi awayê demokratîk dikare pêk were. Derbaskirina şaredariya Moutierê ya ji Kantona Jurayê a bi Kantona Bernê nîşan dide bê pirsgirêkên nasname û aîdiyeta siyasî yên ji demeke dirêj ve ye dewam dikin çawa bi rêya dengdan û pêvajoyên qanûnî ve tên çareserkirin. Li pêyî nîqaşên bi dehên salan ên li ser mijara “Pirsgirêka Jurayê”, derbasî axirê di 1’ê Çileya 2026’an de ket meriyetê. Fatoş Demirtaş û Necat Ayaz bi Marcel Winistoerferê ku deh sal in şaredariya Moutierê dike û ji demeke dirêj ve ye bi awayê çalak hewl dide şaredarî tev li nava Kantona Jurayê bibe, hevdîtin pêk anîn. Hevpeyvîn bi Almanî hate kirin.

Li ser dîroka tevlêbûna Kantona Jurayê ya Moutierê hûn dikarin çi bêjin? Girîngiya dîrokî û siyasî ya vê tevlêbûnê çi ye?

Moutier ji sala 1815, yan jî bi awayê din bê gotin, ji Kongreya Wiyanayê û vir ve bi Kantona Bernê ve hatibû girêdan. Bernê li berdêla wendahiyên Vaud û Aargauyê yên bibûn kantonê serbixwe, herêma Jurayê stendibû. Heta ku tevlêkirina bajarokê ya Kantona Jurayê hat temamkirin, 200 sal derbas bûn.

Sazkirina Kantona Jurayê û têkîliya Moutierê ya bi vê kantonê ve, çîrokeke tevlihev a ku gelek hewildanan di nava xwe de dihewîne bû. Di serî de, aliyê bakur ê Jurayê daxwaz dikir ku kantoneke nû bê avakirin, piraniya aliyê başûr jî dixwest ku wekî parçeyekî Kantona Bernê bimîne. Piştî deh mehan, dengdana duyem hat lidarxistin. Ên ku dengê “na” dabûn, careke din deng dan û dawiya dawîn biyar dan ku di nava Bernê de bimînin. Ev yek di 16 Adar 1975’ê de pêk hat. Di 24’ê Îlona heman salê de, ji bo şaredariyên herêmên dilsozên Kantona Bernê, careke din firsenda dengdana tevlêbûna Kantona Jurayê çê bû. Di encamê de, li gel ku sê herêmên bakur Kantona Jurayê pêk anîn, sê herêmên başûr wekî parçeyekî Kantona Bernê man. Vê yekê binyata peymanê danî.

Tevî vê yekê, dengdana Moutierê hertim nêzî hev derdiket. Di dengdana yekemîn a sala 1974’an de, tevî zêdetirê 4.000 hezar hilbijêran hebûn, nêzî 80 ferq çê bû. Di dengdana duyemîn a Nîsana 1975’an de ferq hinekî din mezin bû û di Îlona heman salê de jî ferqeke hin mezintir çê bû. Li Moutierê nîqaş dewam kirin, û di 1982’yan de, girseyeke mezin piştevanên Jurayê ji bo meclîsa şaredariyê hatin hilbijartin. Piştî çar salan, di 1986’an de, bo cara yekem kesekî ji Jurayê wekî şaredar hat hilbijartin: Jean-Rémy Chalverat. Li pêyî vê yekê, hin zêdetir piştevanên Jurayê di meclîsên şaredarî û bajêr de cî qezenc kirin. Beriya Maxime Zuber dewir bigire Brêz Chalverat heyşt salan xizmet kir. Wî zêdetirê 21 salan şaredartiya Moutierê kir û ji bo guherînê şenseke din da me. Bes heta vê guherînê temam bû, 30 sal derbas bûn. Ji bo vê armancê Meclîsa Navjurayê ya ji nûnerên herêma Bern û Jurayê pêk hatî hat damezrandin.

Di sala 2013’yan de, careke din firsend çê bû ku Kantona Jurayê û Juraya Bernî dengdan li dar xistin bê dixwazin hêza xwe bikin yek ya na. Dengdanê bi awayê eşkere diyar kir ku şênî dixwazin di kantonên xwe yên heyî de bimînin. Li Moutierê, şêniyan di sala 2013’yan de di lehê tevlêbûna Kantona Jurayê de deng dan. Di referandûma 2017’yan de, şaredariyê careke din ji bo tevlêbûnê deng li dar xist û di vê dengdanê de ferq zêdetirê 130 çê bû. Bes, Walîtiya Juraya Bernî û pê re jî Dadgeha Îdareya Bernê encam betal kirin. Heta dengdana dawîn a 28 Adar 2021’ê pêk hat çar salên din derbas bûn. Û axirê, beriya em bibin parçeyekî Kantona Jurayê ya rasteqîn a di 1 Çile 2026’an de pêk hat, çar sal û nîvê din di ser re bihurî. Serpêhatiyeke gelekî dirêj e.

Di 2013’yan de, Moutierê ji bo tevlî Jurayê bibe deng da. Li gorî we, sedemên vê yekê çi bûn?

Sedemên sereke nêzîkbûna erdnîgarî û çandê ne. Em bi Fransî diaxivin û ehliyên kantoneke wekî kantonên Vaud an jî Neuchâtelê yekser Fransîaxêv in. Di vê maneyê de, wekî ku li malê ne hîs dikin. Bi şexsî, hertim min xwe girêdayî herêma Jurayê hîs kir. Min li Bernê xwend û li Perrefitte û Moutierê bo çil salan wekî hîndekar xebitîn û Kantona Bernê kar dabû min. Di heman katê de, ez endamê Conseil du Jura Bernoisê (Konseya Juraya Bernî) bûm. Li gel hemûya van yekan, min tu carî xwe wekî ayîdê Kantona Bernê hîs nekir.

Gava referandûmên ewil tînim bîra xwe, ez li dora 17 an jî 18 salî bûm. Rayedarên Bernî wê demê zextên tund li tevgera piştevaniya Jurayê kiribûn. Polîsên Bernî hatibûn vir û gaza çavsotîner û ava bitezyîq li dij şêniyan bi kar anîbûn. Tu kes nemiribûn, bes gelek polîs hatibûn. Vê yekê bandoreke mezin li min kir.

Piştevanên Jurayê li benda encama referandûmê ne (2021)./Foto: Jérémy Toma

Sedemeke din ol e. Di referandûmên ewil ên navbera salên 1970-1975 an de, rewş hema hema nediguherî: Li gel civakên Katolîk tevî Kantona Jurayê dibûn, civakên Protestan jî di nav Kantona Bernê de diman. Ev, jî, faktoreke girîng bû. Vî zemanî, mirov wekî  berê zêde naçin dêrê. Dêr piranî vala ne. Dîsa jî, vê nasnameyê bi awayekî di dilê mirovan de dijiye. Di vê navberê de, Moutier yekem bajarokê Protestan ê ku tevî Kantona Jurayê bibû ye.

Helbet ji bo însan li xwe hay bibin ku guherînê dixwazin gelek zeman û enerjî lazim e. Bes dawiya dawîn em bi ser ketin. Kantona Jurayê ya biçûk li dij Kantona Bernê ya mezintir derket, û hertişt bi awayê aştiyane û bê şîdet pêk hat. Aliyê xweş ê vê pêşdeçûnê ev e.

Di referandûma 2017’yan de, piştevanên tevlêbûna Jurayê û dijberên wan ên dixwestin di nava Bernê de bimînin hatin dijî hev. Em dikarin bêjîn vê parçebûna siyasî êdî bi dawî bûye?

Rast e, di referandûma 2017’yan de şenî ji hev parçe bûn. Vê parçebûnê îroj jî dewam dike. Tevî ji %55 di lehê tevlêbûna Jurayê de deng dan, nêzî ji %45’ê wan vê tevlêbûnê zêde nedixwestin.

Wezîfeya min – û ya hevalên min ê kar a di konseya şaredariyê de – tam ev bû ku em peydeypey hin zêdetir mirovan tevî vê projeya nû bikin. Ji bo van tiştan wext lazim e. Heta şênî bi temamî li nav Kantona Jurayê bi cî bibin bîst sal dikare derbas bibe. Bes dema didim ber ciwaniyê, îrojê tişt bi aramtir in. Wê çaxê, rewşa vir hin caran dişibiya wekî rewşa Belfastê ya du tevgerên dijî hev – yek ji bo Jurayê tevî nav bibe, ya din jî dixwaze di nav Bernê de bimîne.

Dema Kantona Jurayê beriya pêncî salî hat damezrandin, ji %40’ê şêniyan li dijî vê damezrandinê bûn. Îrojê, îhtimal ev e ku ji %10’ê wan tenê hîna di vê fikrê de ne. Bi wextê re, gel rewşa nû qebûl dike.

Encamên referandûma yekemîn a Jurayê (1974)

Piştî pêvajoya vê referandûma bi rageşî, heta rewşa civakî aram bibe, hûn pêvajoyeke derbasbûnê hêvî dikin? Di navbera vê pêşdeçûnê de, îhtimala ku çandeke hevpar li Moutierê pêk were çiqas e?

Ez nikarim bêjim ku her tişt aram bûye, bes bi piranî xwe bûye. Hemû pêvajo bi awayê aştiyane derbas bû, û gel peyderpey rewş qebûl kirin. Gelek şênî niha pê serwext bûne ku zeman êdî hatiye: Moutier ayidê Kantona Jurayê ye, û lazim e em bi vê rastiyê bijiyin. Ên vêya qebûl nakin, helbetê, dikarin herin gundekî nêzîk an jî devereke din. Vêya hertim mimkun e. Lê belê piraniya wan li vir dimînin û xwe adapteyî rewş nû dikin. Wekî çandeke hevpar: herkesên li vir bi Fransî diaxivin. Li Moutierê tu dibistaneke bi Almanî perwerde dike tuneye; hemû perwerdehî bi Fransî ye. Lê belê dîsa jî hin şênî dixwazin em di nav Kantona Bernê de bimana. Gelekê caran dibêjin Bern kantoneke mezintir û dewlemendtir e û di nav wê de jiyan wê xweştir bûya.

Ev yek jî rast e, li Kantona Bernê kêmareke Fransîaxêv heye. Piraniya wan li Juraya Bernî û li bajarê Bielê yê duzimanî, li dora ji sedî dehê şêniyan bi Fransî diaxivin. Hin kes bawer dikin ku vê sazkirinê baş kar dike û rayedarên Bernî li vê nifûsa Fransîaxêv miqate ne. Ser meselê, di nav hikûmeta Bernî de heyf wezîr hene, û bi awayê kevneşopî yekê ji wan ji aliyê kantona Fransîaxêv tê. The halê hazir de, ev kes Pierre-Alain Schnegg e. Lê belê, bi awayê xwezayî Kantona Bernê temsîl dike, û girêdana wî ya siyasî bi Bernê ve ye.

Bes, di dawiya dawîn de, şêniyên Moutierê ji bo tevlî Kantona Jurayê bibin deng dan. Di encama dawîn de, nêzî ji %55 di leh û nêzî ji %45 li dij – ferq li dora 300 dengan derket. Îrojê, encam hema hema wê eynî, belkî li dora ji %57 di leh de derkeve. Yanî parçebûn hîna jî heye, lê belê êdî wekî berê nayê nîqaşkirin. Gel bi hev re dijiyin, û bi wextê re, çanda sivîl a hevpar dîsa wê bi pêş keve.

Meclîsa Avakar a Jurayê (1977).

Ji nasname û ziman wêdetir, tevlêbûna Kantona Jurayê di jiyana rojane de çi guherînên berbiçav çê kirin?

Ziman û çand bi awayê berbiçav naguherin. Li Juraya Bernî jî bi Fransî tê axaftin, ji ber vê yekê jî jiyana rojane di nava dorhêleke zimanî ya tê zanîn de derbas dibe.

Ferqa sereke bi mezinbûna kantonê ve girêdayî ye. Bern kantoneke gelekî berfireh e, nêzî milyonek şêniyên wê heye. Kantona Jurayê jê bi gelekî biçûktir e. Tevî Moutierê, niha li dora 75.0000 şêniyên wê hene. Di encamê de, têkîliya di navbera rayedaran û welatiyan de hinekî din nêzî hev bûye. Di jiyana rojane de, dîsa jî, piraniya gel guherîneke mezin najiye. Malbat wekî xweyî berê jiyana xwe dewam dikin. Tiştekî weha tuneye, em bêjin mirov bi carekê wê dewlemendtir an jî feqîrtir bibin. Li hin qadan rewş hinekî baştir e, li ên din dibe ku hinekî xerabtir be, lê belê li gel her tiştî, jiyan wekî hev dewam dike.

Yek ji qadên guherîn lê çê bûye qada perwerdehiyê ye. Hîndekarên li Kantona Bernê ji yên Kantona Jurayê zêdetir meaş distînin. Ez jî bi xwe wekî hîndekar – çil salan min li nav pergala dibistanê ya Bernê kar kir – vê meseleyê baş zanim. Di halê hazir de em li ser vê ferqê bi mamoste û rayedarên kantonê re nîqaşê dikin. Dibistanên li Moutierê heta dawiya sala perwerdehî wê di nava pergala dibistanê ya Bernî de bimîne. Derbaskirina nav pergala dibistanên Jurayê di havîna 2026’an de wê pêk were. Yanî ji bo em karibin her tiştî bi awayê rêkûpêk pêk werinin têra xwe wext heye.

Hin ferqên biçûk di mijarên bac û mesrefên îdarî de jî hene. Gelek kesên li Kantona Jurayê hinekî kêmtir bacê didin, ên halê wan xweş dikarin hinekî din zêde bacê bidin. Li aliyê din, pîlaqeyên wesayîtan hinekî din biha ne û bihayê kirîna mal û milkan hinekî din girantir e.

Ferqeke din li ser rêveberiyê heye. Li Kantona Jurayê, rêveberî zêdetirê li gorî biçûkbûna kantonê tê sazkirin. Wekî hîndekarekî li Bernê, di nava çil salan de, tenê mufetişeke dibistanê çar caran hat ziyaretê. Ket hundir, li hin derzê guhdarî kir, got baş diçe, û ewqas. Hîndekar gelekî azad in. Li Kantona Jurayê, pergal hinekî din bi baldar e û nêzîktirî dibistanan e. Mufetiş zêdetir tên û karê ku tê kirin zêdetir dişopînin. Vê yekê ji ber biçûkbûna kantonê pêk tê.

Tevî vê yekê hin awantajên pratîk hene. Ji dêvla ku biçin Bernê – ku bi trênê bi qasî saetekê dewam dike – niha êdî em diçin rêveberiya kantonê ya li Delémontê. Wê derê hin nêzîktir e. Li Bernê, divê hûn zêdetirê bi Almanî biaxivin, ku ev yek jî gelekî ne hêsan e. Guherîn bi awayê siyasî jî muhîm e. Di parlemana kantonî ya Bernê de 160 nûner hene; ên Moutierê tenê dudu ne. Di parlemana kantonî ya Jurayê de 60 nûner hene, û ên me niha heft kes in. Vê yekê jî dengê bajarokê bilindtir dike.

Kantona Jurayê û herêma Juraya Bernê / Nexşe: Denfer007, CC BY-SA 4.0

Dikare bê gotin ku pirsgirêka Jurayê ya bi dehên salan dewam kiriye êdî çareser bûye?

Ji gelek aliyan, erê, lê belê hin pirsgirêkên biçûk hîna hîna çareser nebûne. Dema em bînin bîra xwe ku tevlêbûna Moutierê ya Kantona Jurayê çi salan dewam kiriye, zelal e ku pêşdeçûnên vî rengî wê dirêjtir dewam bikin. Ser meselê, gundê nêzîk ê Belprahonê jî daxwaz kiriye tevî nav Kantona Jurayê bibe. Di referandûmê de, tenê bi neh dengan wenda kirin. Encam gelekî nêzîkî hev e. Hin şênî hîna jî bi pirsgirêka Jurayê ve têkîl in, lê belê ji wê çaxê de nediyar bê hêza kîjan alî xurttir bûye.

Van pêvajoyan gelekî giran bi pêş diçin. Heta di gundekî biçûk de jî, pirsgirêkeke vî rengî heta careke din bê rojevê bîst û pênc sal di ser re dibihure. Û rayedarên Bernî zêde guh nadin nîqaşên ku bibin sedema wendakirina şaredariyeke din. Yanî, em bi awayê pratîk bêjin, pirsgirêka Jurayê îrojê hema hema çareser bûye. Lê belê dîrok nîşan dide ku pirsgirêkên siyasî yên bi vî rengî piştî salan dikare careke din bê rojevê.

Li Juraya Bernî hîna îhtimal heye ku tevgereke xweseriyê ya xurttir pêk were?

Di vî wextî de, ne bawer im. Di referandûma 2013’yan de, şêniyên Juraya Bernî bi awayê eşkere nîşan dan ku dixwazin di nava Kantona Bernê de bimînin. Encam bêguman derket, lewma jî ev yek êdî ne mijara nîqaşa siyasî ye. Helbetê, tucarî em îhtimala guherînê ya tiştan paşguh nakin. Helwestên siyasî bi wextê re dikarin bighuherin. Li Swîsreyê me nîşan daye ku dema mirov bi biryar û xwedîsebir bin guherîn dikare pêkan bibe.

Bes, ji bo Juraya Bernî rewş cuda ye. Herêm her diçe zêdetir berê xwe dide bajarê Bielê. Di nav de nêzî 20.000 Fransîaxêv, tevî 60.000 şêniyên xwe, Biel bi giranî dibe navendeke bajarî a mezin. Gelek xizmetên ji bo Juraya Bernî li wê derê peyderpey tên navendîkirin. Wekî encam, Biel dibe navenda sereke ya herêmê, û Juraya Bernî jî bandora xwe wenda dike.

Tekane ciyê ku nîqas dikare bê kirin Belprahon e, lê belê ji bo vê meselê careke din were rojevê hinceteke qanûnî tuneye. Ji bo çarçoveke qanûnî bê çêkirin dehên salan lazim e. Danîna ber hev a navneteweyî nîşan dide ku heman pirsgirêk li deverên din jî tên dîtin – ser meselê, li Katalonya û Skotlandê – lê belê heta li wir jî pêşdeçûnên siyasî gelekî tevlihev in. Guhertina sînoran a bi awayên demokratîk hertim gelekî dijwar e.

Marcel Winistoerfer û Fatoş Demirtaş / Foto: Berwarnews

Li pêyî vê têkoşîna demdirêj, dema encama dawîn eşkere bû, te bi şexsê xwe çawa hîs kir?

Ji bo min wexta herî hestiyar, her çiqasî paşê betal bûbe jî, dema dengdana ewil a Hezîrana 2017’yan bû. Rojeke gelekî germ, li dora 30 dereceyî bû, û heta êvarê em li benda encama dawîn mabûn. Wî wextî, ferq tenê nêzî 140 dengan bû. Li vir em di avahiyê de disekinîn, û li derve, gel ji bo bicivin ji her derê hatin ber dibistanê – dibistana min a seretayî ya kevin.

Dema şibake vebû û encam hat ragihandin, min zanîbû divê derkevim derve û bi wan kesan re biaxivim. Li vir li bin germê disekinîn, li hêviya encamê bûn. Ji bo herkesî demeke gelekî hestiyar bû.

Wexteke din a ku ezê tu carî ji bîr nekim Çileya 2026’an a ku derbaskirin bi awayê fermî ket meriyetê bû. Di roja yekemîn de, gelek şênî ji bo pîlaqeyên xwe yên nû bistînin çûn cim rayedaran. Berê, li ser pîlaqeyên me sembola wan a hirçê ya – “BE” – Bernê hebû û niha li ser pîlaqeyên me sembola sembola “JU” ya Jurayê heye. Piştî qasekê ez jî çûm min pîlaqeya xwe ya nû stend. Nimareyeke taybet dan min: 180617, tê beramberî dîroka hilbijartina 2017’yan, ku vê dîrokê ji bo min gelekî watedar e.

Wextekê di sohbetekê de min anîbû ziman ku vê dîrokê ji bo min gelekî girîng e, lê belê min hîç texmîn nedikir ku wê vê yekê bînin bîra xwe. Dema serokê hikûmeta kantonî vê nimareyê pêşkêşî min kir, kêliyeke gelekî hestiyar bû. Heta dawiya emrê xwe ez van bîraniyan ji bîr nakim.

Pirsên min li vir qediyan. Beriya em xatir bixwazin, tiştekî hûn bixwazin li ser zêde kin heye gelo?

Hîna em di merhaleya veguherînê de ne.  Hûrguliyên îdarî incax sê an jî çar salên din temam bibin. Fikariya min a herî mezin ev e ku nifûs kêm bibe. Beriya pêncî salan, li dora 8.800 şêniyên Moutierê hebûn, niha tenê li dora 7.100’î ye. Tenê di deh salên dawîn de, me nêzî 400 şêniyan wenda kir. Bes, Moutier di warê mekanîk û pîşekarî de xwedî pisporiyeke mezin e û vê yekê dewam dike. Her ji du salan careke em fuareke bazirganî ya wekî navneteweyî tê naskirin li dar dixin, û bajarokê me ji bo vê sektorê navendeke girîng e. Hêvî dikim ku salên pêş jî emê di nava Kantona Jurayê de xweş bi cî bibin û nifûsê zêde bikin û şêniyên nû bikişînin vê herêmê.

To read in English click this link

Hûn dikarin Almaniya hevpeyvînê ji vir daxin

—————————-

Fatoş Demirtaş

Fatoş Demirtaş rojnamevenake Kurd a ji Bakurê Kurdistanê ye. Wê cara pêşî di 1999’an de li Azadiya Welat dest bi rojnamevaniyê kir û paşê heft salan li navenda rojnameya Gundemê ya li Stenbolê xebitî. Ew dema ji bo Belediyeya Baxlera dixebitî, di 2017’an de ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ji kar hate girtin. Demirtaş ji sala 2019’an û vir ve li Swîsreyê wekî penaberekî polîtîk dijî.


Necat Ayaz

Necat Ayaz li Brukselê, rojnamegerekî di mijarên siyaseta Kurd û tevgerên netewî de pispor e. Bi taybetî li ser mijarên wekî tayînkirina qedera xwe û rêveberiya demokratîk radiweste.