SerupelNûçePedro Sanchez bersiv da Trump: “Nabe li ser jiyana milyonan tu bi...

Pedro Sanchez bersiv da Trump: “Nabe li ser jiyana milyonan tu bi rûleta Rûs bilîze.”

Şerê Amerîka/Îsraîl û Îranê rageşiya di navbera Amerîka û Spanyayê de bilind kir. Spanyayê nexwest Amerîka ji bo êrîşên li Îranê baregehên wan bi kar bîne. Lewma jî serokê Amerîkayê Donald Trump Spanyayê bi qutkirina bazirganiyê tehdît kir. Serokwezîr Pedro Sanchez li dij tehdîta Donald Trump got “ji şer re na” û banga çareseriya dîplomatîk kir.

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez li pêyî qeyrana bikaranîna “baregehan” û rageşiya bi serokê Amerîkayê Donald Trump re, bo cara ewil axivî. Sanchez dijderketina xwe ya êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê dubare kir, ji Donad Trump re got: “Nabe li ser jiyana milyonan tu bi rûleta Rûs bilîze.”

Serokwezîrê Spanyayê piştî ku Donald Trump ew bi qutkirina têkîliyên aboriyê tehdît kir, ji gelê Spanyayê re axivî û dîtinên xwe weha anî ziman:

Şerê Amerîka û Îsraîlê yê bi Îranê re ewlehiya cîhanê xera kiriye. Felaketa mezin a însanetiyê weha dest pê dike. Em li dij vê felaketê derdikevin. Em li dij şer derdikevin. Şerê Îranê nikare pergaleke adîlanetir a navneteweyî saz bike. Tevî welatên herêmê emê ji bo aştî û dîplomasiyê bixebitin. Li ser jiyana milyonan bi rûleta Rûs nayê lîstin.

Pedro Sanchez anî bîrê ku dema şerê Ûkrayna û Xezayê jî, hikûmeta Spanyayê heman helwest nîşan daye û gotina xwe weha dewam kir: “Em naxwazin hiqûqa navneteweyî bê binpêkirin. Gelemşeyên cîhanê bi bombeyan tenê nayê çareserkirin. Em şaşiyên berê dubare nekin. Em şer naxwazin. Na ji şer re.

Serokwezîrê Spanyayê dibêje: “Em bi awayê eşkere rejîma Ayetula ya li Îranê û zordestiya wan a li ser welatî û bi taybetî jî li ser jinan şermezar dikin, bes di heman katê de em vî şerî jî red dikin û banga me ev e ku çareseriyeke siyasî û dîplomatîk pêk were.

Pedro Sanchez pê re jî got: “Pêşiya fitloneka şîdetê ya ku gelek kes wek pêdivî dibînin, dikare bê girtin. Însanetî dikare him oldariya bi zextan a ayetlahan û him jî belengaziya şer li dû xwe bihêle.

Piştî ku serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez li dij bombebarana Amerîka û Îsraîlê ya li Îranê derketibû û wê wekî derqanûnî û bêrahm rave kiribû û pê rejî şermezarî dabû, rageşiya di navbera herdu welatên mutefîkên NATO’yê de bilind bibû.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ew bi qutkirina bazirganiyê tehdît kiribû û gotibû: “Spanya naxwaze em baregehên wan bi kar bînin. Ne problem e. Tu pêdiviya me ji wan tuneye. Bes em bixwazin, em dikarin baregehên wan bi kar bînin. Tu kes nikare ji me re tiştekî bêje. Emê hemû têkiliyên xwe yên bazirganî yên bi Spanyayê re qut bikin. Em naxwazin tu têkîliya me bi Spanyayê re bimîne.