Sazîya Efûyê ya Navneteweyî Amnesty International rapora xwe ya sala 2025an weşand.
Amnesty di raporê de dîyar kir, binpêkirinên mafên mirovan li 140 welatên cîhanê didome.
Rêxistinê da zanîn, lîderên bihêz ên cîhanê bi rengekî hovane şîdetê bi kar tînin.
Li gorî raporê, armanca vê zilm û zora mezin berjewendîyên aborîyê û pêkanîna serdestîya polîtîk e.
Rapor li ser alozîyên sereke yên cîhanê disekine û rola Amerîka, Rûsya û Îsraîlê ya di mezinkirina ban alozîyan de nîşan dide.
Şerê Îranê di vê raporê de cî digire û tê ragihandin, êrişên di nava vî şerî de pêk hatine hiqûqa navneteweyî binpê dike.
Di raporê de rejîma Îranê bi berpirsîya zextên li ser civakê tê sûcdarkirin û tê ragihandin, rêvebirîya vî welatî li hemberê civakê “gefeke dûbare” ye.
Pergala global a şikestinbar
Tevî van rexneyan jî, rapor îdîa dike pergala global hîn bi tevahî hilneweşîya ye.
Tê destnîşankirin, çarçoveya hiqûqa mafên mirov û peymanên navneteweyî hin jî di ciyê xwe de ne.
Rapora Amnestyê balê dikişîne ser berxwedana civakî hêza sivîl.
Li gorî raporê, aktîvîzma sivîl tevî xetereyan jî li gelek herêman xurt e û Îran wekî mînak vê mijarê tê dayîn.
Macaristan û Belarûs jî di vê beşa raporê de cî digire û tê dîyarkirin., berxwedana sivîl li herdu welatan didome.
Wekî encam, rapora Amnesty Internationalê wekî hişyarîyek û banga ji bo ketina nava hereketê dikare bê dîtin.
Amnesty dide zanîn, tev ku mafên mirovan di xetereyê de ye, strûktûrên ji bo parastina mafan hîn di merîyetê de ne.
Rêxistinê dide zanîn, siberoja van mafan û pergala global girêdayî daxwaza parastinê ya hikumetan û civakan e.

