SerupelEkolojî114 hişyarîyên lehîyê ji bo Îngilistanê hatin dayîn

114 hişyarîyên lehîyê ji bo Îngilistanê hatin dayîn

Hejmara hişyarîyên lehîyê yên ji bo Îngilistanê di 9ê sibatê de gihîştin 114an. 6 ji hişyarîyan jî ji alîyê Ajansa Parastina Jîngehê ya Skotlandê (SEPA) ve hatin dayîn.

Guherîna avhewayê ji destpêka îsal ve bandoreke xerab li Brîtanyayê dike.

Ji serê salê û vir ve her roj li herêmên başûr û başûrêrojavayê vî welatî baran dibare.

Baran herî zêde bandorê li Îngilistan û herêma Welatê Galê dike.

Loma jî Ajansa Jîngehê ya Brîtanyayê bi rojane hişyarîya lehşyê dide.

Hejmara hişyarîyên lehîyê yên ji bo Îngilistanê di 9ê sibatê de gihîştin 114an.

6 ji hişyarîyan jî ji alîyê Ajansa Parastina Jîngehê ya Skotlandê (SEPA) ve hatin dayîn.

Nexşeya herêmên Mîrektîya Yekbûyî (UK)

Ajansa brîtanî di malpera xwe de radigihîne “tê payîn roja duşemê û belkî roja sêşemê jî li başûr û rojavayê Îngilistanê lehî rabe.”

Lehîyê dikare bandorê erd, rêyên bejahî û wargehên li herêmê bike û hatûçûnê asteng bike.

Herêm û deverên ku tê payîn lehî pêk were ev in: Cornwall, Devon, and Dorset, Cardiff, Newport, Hampshire, the Isle of Wight, Portsmouth, Southampton û West Sussex in.

Foto:Devereke Îngilstanê ku di 2007an de rastî lehîyê hatîye, Iain Cuthbertson, CC BY-SA 2.0