SerupelKurdistanSîpan Hemo bû cîgirê Wezîrê Parastinê yê Sûrîyeyê

Sîpan Hemo bû cîgirê Wezîrê Parastinê yê Sûrîyeyê

Endamê Fermandariya Giştî ya HSDê Sîpan Hemo bû Cîgirê Wezîrê Parastinê ya Sûriyeyê. Wezîfedarkirina Sîpan Hemo ji bo vê asta bilind a wezaretê, di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 29û kanûna paşîn a 2026an pêk hat.

Navenda Ragihandina QSDˊê diyar kir ku Endamê Fermandariya Giştî ya HSDê Sîpan Hemo bû Cîgirê Wezîrê Parastinê ya Sûriyeyê.

Nûçeya derbarê mijarê de ji alîyê ajansa fermî yê Sûrîyeyê SANAyê ve hat ragihandin.

Di nûçeyê de hat destnîşankirin, Sîpan Hemo ji alîyê Gerînendeyê Rêveberiya Çapemenî û Peywendiyan a Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê Asim Xelyon ve wekî Cîgirê Wezîrê Parastinê li herêma rojhilat a Sûriyeyê hatîye tayîn kirin.

Wezîfedarkirina Sîpan Hemo ji bo vê asta bilind a wezaretê, di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 29û kanûna paşîn a 2026an pêk hat.

Peyman di navbera HSDê û hikumeta demkî de ji bo entegrasyona saziyên Rojava hatibû îmzekirin.

Kî ye Sîpan Hemo?

Sîpan Hemo. /Foto: Ronahî TV

Sîpan Hemo ku di sala 1973an de li navçeya Efrînê hat dinyê, ji bo aktîvîzma di nava sîyaseta kurd de gelek caran ji alîyê rejîma Baas ve hat girtin. Bi destpêka şerê navxweyî yê Sûrîyê ve û bi pêkhatina rêberîya xweser a Rojava ya di 2011an de, bû yek ji damezrînerê YPGê. Hemo di dema şerê li dijî DAIŞê de roleke giring lîst. Paşê, Hemo bû yek ji endamên Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk. Hemo di heman demê de hevdîtinên bi hikumeta demkî ya Sûrîyeyê re de jî yek ji nûnerekî giring ê kurdan bû.