Êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên bi ser Îranê de, şerê li Rojhilata Navîn berfireh dike. Li beramber, Îran jî li dij Îsraîlê û baregehên Amerîka yên li welatên herêmê yên wekî Bahreyn, Erebistana Siûdî, Îmaratên Ereb, Kuwêyt, Qeter û Urdinê êrîşên fuzeyî dan destpêkirin.
Medyaya Îranê îddiaya Îsraîlê ya kuştina lîderê olî Ayetula Elî Xamanî piştrast kir. Tevî Xamanî, qîza wî, zave, nevî û bûka wî jî hatine kuştin. Rêveberiya Îranê ji bo Xamanî 40 roj şîn îlan kir û bo 7 rojan betalkirina kar ragihand.
Di roja duyem de, Artêşa Îsraîlê îddia kir ku Wezîrê Parastinê yê Îranê Ezîz Nasirzade, Qumandarê Artêşa Muhefizên Şoreşê Generalê Giştî Mûhemmed Pakpûr, Serkreterê Giştî yê Konseya Parastinê û Şêwirmendê lîderê olî Elî Şemhanî û serokê îstixbarata leşkerî Seleh Asadî jî hatine kuştin.
Sekreterê Giştî yê Konseya Ewlekariyê ya Bilind a Îranê Elî Larîcanî di peyama medyaya giştî de got: “Emê sûcdarên siyonîs û Amerîkayiyên mahrûmê şermê ji kiryarên wan poşman bikin. Leşkerên qehreman û miletê mezin ê Îranê wê derzeke ku neyê jibîrkirin bidin Amerîka û Îsraîlê.”

