SerupelKurdistanPeymana kurdan û Iraqê ya 1970an: Ji aştiyê ber bi şer ve

Peymana kurdan û Iraqê ya 1970an: Ji aştiyê ber bi şer ve

Peymana Xweseriya Kurd û Iraqê ya sala 1970yî ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a li Iraqê ya di çarçoveya mafên çandî, tevlêbûna siyasî û naskirina xweseriya herêmî de hewldaneke gelek girîng bû. Lê belê derengmayîn, bêbawerî û polîtîkayên desthilatdariya herêmî nehişt ku ev peyman bi awayekî rêk û pêk bikeve meriyetê. Di dawiyê de peyman têk çû, şer û pevçûn ji nû ve gur kir û bû sedem ku rakêşiya Iraq û kurdan bi dehan sal dom bike.

Di 11ê adara sala 1970yî de hikumeta Iraqê û Rêberê Kurd Mistefa Barzanî ji bo peymanekê li hev kirin. Peyman armanc dikir ku dawî li şer û pevçûnên ku bi salan e di navbera hêzên kurd û Bexdayê de berdewam dikir, bîne. Peyman, piştî Şerê Kurd û Iraqê yê Yekemîn hat îmzekirin û her wiha ev peyman di heyama xwe de ji bo çareserkirina pevçûnên ku bi salan e dodome wekî hewldaneke herî cîdî hate qebûlkirin.

Peymanê pêşniyar dikir ku herêmeke xweser a kurd ku ji sê bajarên mezin -ku piraniya wan kurd in û divê ev yek bi serjimarê hatibe pesendkirin- û navçeyên din pêk dihat, were avakirin. Her wiha du nasnameyên neteweyî yên Iraqê nas dikir û diyar dikir ku gelê Iraqê ji miletê ereb û kurd pêk tê. Hin xalên peymanê armanc dikir ku mafên kurd û tevlêbûna wan a dewletê xurt bike. Kurdî tevî erebî li herêmên ku kurd lê dijîn dê bibûya zimanê fermî û li tevahiya Iraqê dê bihata hînkirin. Her wiha soz hat dayîn ku kurd dê di serî de di hikumet û artêşê de, di hemû saziyên dewletê de bihatana bicihkirin.

Her wiha peymanê destûr da ku kurd sazî û dezgehên xwe yên xwendekar, mamoste, jin û ciwan ava bikin û taahuta aboriya herêma kurd da. Malbatên ku ji cî û warên xwe bûbûn dê bikaribin vegerin cî û warên xwe û ji bo malbatên ku ji şer bi bandor bûbûn alîkariya maddî dê bihata kirin.

Cîbicîanîna peymanê û bêbawerî

Di destpêkê de ev peyman hêvî dida. Di nav çend mehan de hin xal ketin meriyetê û di dawiya sala 1970yî de Barzanî di derbarê Xweseriya Kurd de xweşbîniyeke biîhtiyat anî zimên. Lê belê di demeke kurt de rakêşî ji nû ve derketin holê. Hikumeta Iraqê serjimara ku dê ji bo sînorên herêma xweser diyar bike bihata kirin taloq kir û di heman demê de li herêmên Kerkuk û Xaneqînê ku ji aliyê petrolê ve gelek dewlemend in, polîtîkayên erebkirinê da destpêkirin. Pêşengên kurdan partiya Baas li ser îqtîdarê hewldana sûîqastên li hemberî berzaniyan jî tê de bi astengkirina peymanê tawanbar kir. Ji ber bêbaweriyê gelek aliyên peymanê neketin meriyetê. Temsîliyeta siyasî û sozên xweseriyê wekî sembolîk hatin dîtin.

Mistafa Barzanî û Sedam Huseyîn di dema hevdîtinên li Hac Umranê. /Foto: Zheen Archive Center, CC BY-SA 4.0

Hilweşîn û jinûve şer

Di sala 1974an de hikumeta Iraqê beyî ku muzakere bike pêşniyareke nû ya xweseriyê pêşkeş kir. Pêşengên kurdan ev pêşniyar qebûl nekir û ev jî bû sedem ku Şerê Kurd û Iraqê yê Duyemîn dest pê bike. Rewşa jeopolîtîk a herêmê hişt ku pevçûn hîn girîft be. Di sala 1975an de Iraq û Îranê Peymana Cezaîrê îmze kir. Îran û Iraqê di mijara riya avê ya Şattularabê de li hev nedikir.  Li gorî vê peymanê Îranê li hemberî tawîza Iraqê piştevaniya xwe ya ku dida hêzên kurd vekişand. Beyî piştevaniya Îranê berxwedana kurdan heta asteke girîng ji hêzê ket. Piştî wê kampanyayên erebkirinê zêdetir bûn û bi hezaran kurd ji cî û warên xwe hatin dûrxistin. Gelek ji wan neçar man ku birevin Ewropayê û welatên mîna Awusturya ji bo penaberên li qampên Îranê mafê îltîcakirinê da.

Îngilîzîya hevpeyvînê di vê lînkê de ye