Beledîyeya Peyasê ji bo parastin ziman, bernameya yekem a “Pêşbaziya Zimanê Kurdî” li dar xist.
Bernameya Pêşbaziya Zanînê ya Kurdî ji aliyê Gerînendetiya Çand û Karên Civakî û Meclîsa Ziman yên Beledîyeyê û Şanoya Bajêr a Amedê hat birêxistinkirin.
Di bernameyê de li xêzefîlma bi kurdî hat temaşekirin, helbestên bi kurdî hatin xwendin û bi mamikên bi kurdî hatin gotin.

pêşbazîyê. Foto: Beşa Çapemenîyê ya Beledîyeya Peyasê
Fînala Mezin di hezîranê de ye
Pêşbazî wê her meh bê lidarxistin û xwendekarên pûanên herî zêde bigirin wê tevlî Fînala Mezin a meha hezîranê bibin.
Piştî bernameyê, Gerînendetiya Karên Civakî ya Şaredariyê daxuyanekê bi vî rengî da:
“Ji bo ku zimanê me di jiyana civakî de bêtir xuya bibe û were parastin, xebatên bi vî rengî pir girîng in. Em ê bi van hewldanan zimanê xwe zindî bihêlin û bi nifşên nû re parve bikin. Biryardariya me ya ji bo belavkirina zimanê Kurdî li her qada jiyanê dê her tim berdewam be.”


