SerupelAborîPentagon li Okyanûsa Hîndê tankerekê desteser kir

Pentagon li Okyanûsa Hîndê tankerekê desteser kir

Pentagon vê carê li Okyanûsa Hîndê operasyonekê li dijî tankereke petrolê kir. Tankera ji Venezûleayê petrol barkiribû ji alîyê hêzên amerîkî ve hat desteserkirin. 

Amerîka operasyonên xwe yên li dijî tankerên ku petrola Venezûelayê barkirîne, didomîne.

Hêzên amerîkî vê carê li Okyanûsa Hîndê dest danîn ser tankereke bi navê Aquila II.

Pentagonê bi daxuyanî û vîdyoyekê ragihand, ew vê tankêrê demeke dirêje dişopînin.

Tankêr meha borî ji Venezûelayê petrol barkiribû, berê xwe dabû Asyayê.

Aquila II tankera Hong Kongê ye lê ala Panamayê lê daliqandî ye.

Amerîka ji par ve di çarçoveya ambargoya li dora Venezûelayê daye pey keştîyên “fîloya tarî.”

Ev têgeh ji bo keştîyan tê bikaranîn ku bi taktîkên cihê petrola li ser ambargo hatîye dayîn difroşin.

16 keştî hatin desteserkirin 

Rûsya, Venezûea û Îran di salên dawî de bi vê rêbazê petrola xwe difroîin bazarên cîhanê.

Amerîka piştî operasyona Madûro a di 3yê kanûna paşîn de operasyonên xwe yên li dijî van keştîyan zêde kiribû.

Artêşa Amerîkayê ji meha borî ve 16 keştîyên petrola Venezûelayê barkiribûn, desteser kir.

Tê texmînkirin, hejmara keştîyên bi rengekî kaçax bazirganîya petrolê dikin li derdora 800î ye.

the 800 or so shadow vessels the US Coast Guard estimates currently operate worldwide.

Foto: Komeke leşkerên amerîkî yên di keştîya USS Gerald R. Ford de diçin operasyona desteserkirina tankereke petrolê