Parlemana Ewrûpayê li ser pêşnûmaya ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê dengdan li dar xist.
Pêşnûma bi piraniya dengan hat qebûlkirin. 363 parlementeran dengê “erê”, 71 parlementeran dengê “na” dan û 81 kesan jî xwe “bêalî” hiştin.
Di pêşnûmayê de 3 mijar derketin pêş, dibêje:
1 – Ji bo veguherîna desthilatê pêdivî bi îstikrarê heye. Îstikrara rojhilatê bakurê Sûriyê ji bo veguherîna siyasî ya Sûriyê gelekî girîng e.
2 – Lazim e mafên hemû pêkhateyên etnîk û olî yên Ereb, Kurd, Sunnî, Elewî, Şiî û Xrîstiyanan bên parastin û garantîkirin. Ji bo îstikrara Sûriyê divê nasnameya Kurdan bê qebûlkirin. Ew jî bibin xwedî heman mafan û van xalan di qanûna bingehîn de bên bicîkirin. Eger ev pêk neyên li Sûriyê îstikrar nikare pêk were.
3 – Ji bo DAEŞ careke din nikaribe vejiye, Yekîtiya Ewrûpayê divê hewildanên xwe zêde bike.
Parlemanê di biniya vê xalê de, bi taybetî pesnê şervanên jin û rola hêzên Kurdan da. Hişyarî da ku piştî valahiya bi vekişîna Amerîkayê der hatiye, mehkûm û endamên DAEŞ’ê dikarin ji girtîgeh û kampan birevin.
Tevî van yekan, kuştin, girtinên kêfî, jiciyûwarkirin û êrîşên li dij binesaziya sivîl wekî binpêkirinên ciddî yên hiqûqî yên navneteweyî hatin qebûlkirin û hat gotin ku van xalan di hin rewşan de dikevin kategoriya “sûcên şer”.
Parlemana Ewrûpayê destega bêkêmanî da agirbesta di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk HSD’ê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê. Di serî de Tirkiye, bang li hêzên herêmê kir ku bila kiryarên leşkerî yên dikarin agirbestê xera bikin pêk neyînin û destegê nedin komên çekdar.
Pê re jî destnîşan kir ku çi peymaneke bi Sûriyê re bê kirin, lazim e bi şertê pêşdeçûnên di mijarên parastina sivîlan, pêkanîna agirbestê û rûmetdayîna mafên mirov û kêmaran ve bê girêdan.
5 komên Parlemana Ewrûpayê, Keskan, EPP, Muhafezekar, Renew û Demokratên Sosyal li ser Rojavayê Kurdistanê pêşnûmayek pêşkêşî Parlemana Ewrûpayê kiribûn. Lewma jî Parleman di 12’ê Sibatê de, li bajarê Strasbourg ê Fransayê, ji bo vê pêşnûmayê civîn li dar xistibû.

