Parêzgerê Nûredîn Îsa Ehmed duh piştî hevdîtinên xwe yên li Şamê gihîşt Hesekê. Parêzgerê kurd ji alîyê gelê bajêr ve bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Di dema pêşwazîkirinê de alên Kurdistanê hatin hilgirtin.
HSD û rêveberîya Şamê çend roj berê bu peymaneke entegrasyonê îmzekiribûn. Di çarçoveya vê peymanê de parêzgerê Hesekê ji kurdan tê hilbijartinê. Rêveberîya Rojava ji bo vê pozîsyonê Nûredîn Ehmed pêşnîyaz kiribû. Paşê Ehmed ji bo destûra fermî werbigire çûbû paytexta Sûrîyeyê Şamê.
Kî ye Nûredîn Îsa Ehmed?

Nûredîn Îsa Ehmed ji destpêkê vir ve tevlî Şoreşa Rojava bûye û di birêxistinkirina berxwedana leşkerî de cî girtîye. Dema Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hatîye damezrandin Ehmed bûye berpirsê têkiliyên giştî yê vê rêxistinê û endamê Fermandariya Giştî.
Ehmed di sala 1969ˊan de li Qamişloyê ji dayik bûye, dîplomaya endazyariya mekanîk û elektrîkê ji Zanîngeha Şamê wergirtiye. Ji sala 1993ˊan heta 2012ˊan wekî endazyar di Gerînendetiya Têl û Bêtêlê ya Hesekê û Qamişlolyê de xebitiye.
Foto: Merasîma li Hesekê ya ji bo pêşwazîya Nûredîn Îsa Ehmed


