SerupelPolîtîkaNordrhein-Westfalen piştgirîya tevgera demokratîk a Îranê dike

Nordrhein-Westfalen piştgirîya tevgera demokratîk a Îranê dike

Parlamentoya Nordrhein-Westfalenê ya Almanyayê projebiryareke ji bo piştgiriya tevgera demokrasiyê ya li Îranê û parastina penaberan qebûl kir.

Parlamentoya Nordrhein-Westfalenê ya Almanyayê biryareke ji bo piştgiriya tevgera demokrasiyê ya li Îranê û parastina penaberan qebûl kir.

Dengdana li ser biryarê di 18yê adarê de hat lidarxistin.

Projeyê ji aliyê partiyên demokrat ve piştgiriyeke xurt wergirt.

Alîkara Serokê Parlamentoyê Bêrîvan Aymazê di axaftina xwe de piştgirîya gelên Îranê û bi taybetî jî ya Rojhilatê Kurdistanê kir.

Piştî civînê, nûnerên rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê ku di nav wan de Nûnera Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDK-Î) Nermîn Osmanî û Nûnera Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Soheyla Babek jî hebû parlamenteran re civiyan.

Beşdaran ji Almanyayê daxwaza piştgiriya siyasî û parastina penaberên ku ji ber çalakiyên siyasî hatine vî welatî kirin.

Nordrhein-Westfalen

Nordrhein-Westfalen bi nifûsa xwe ya 18 mîlyonî eyaleta herî mezin a Almanyayê ye. Paytexta eyaletê Dusseldorf e û bajarên mezin ên wekî Koln, Essen û Dortmund di nava sînorên eyaletê de ne. Ji sala 2022an û vir ve Yekitîya Xrîstîyan a Demokratîk (CDU) û Kesk li ser kar in.