SerupelCivakLi gundan xebatên tendurustiyê

Li gundan xebatên tendurustiyê

Şaredariya Peyasê di Hefteya Hişyariya Penceşêrê de, li gundê Tabanê xebateke kontrolên agahdarkirin û tenduristiyê dest pê kir.

Şaredariya Peyasê ya Amedê bi boneya Hefteya Hişyariya Pençeşêrê xebateke agahdarkirinê li dar xist. Bi hevkariyeke hevpar, ekîbên Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan û Gerînendetiya Xizmetên Tenduristiyê yên şaredariyê, li gundê Tabanê, mal bi mal geriyan û di çarçoveya xebatên berdewam ên agahdarkirina li ser pirsgirêkên jinan û tenduristiyê de agahdarî dan jinên gund.

Ji 1 heta 7’ê Nîsanê wekî Hefteya Hişyariya Penceşêrê tê qebûlkirin. Ekîbên Gerînendetiya Karên Tenduristiyê di der barê penceşêra pêsîrê û penceşêra servîksê (devê malzarokê) de jinên gund agahdar kirin. Di vê çarçoveyê de, bi jinan re kontrolên tenduristiyê yên giştî hatin kirin. Tansiyon, şekir, qam û kîloya wan jî hatin pîvandin.

Tevî vê yekê, dema xebatê agahî li ser însiyatîf û xizmetên şaredariyê yên ji bo jinan hatin dayîn û belavok hatin belavkirin. Herweha, di der barê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û tevlêbûna jinan a di hilberîna aborî de jî agahî hatin parvekirin.