Ji bo cenazeyê Ehmed Huseynî li Çand Amedê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê bernameyeke merasîmê hat lidarxistin.
Parlamenter, hevşaredar, nûnerên partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl tevlî bernameyê bûn.
Darbesta Ehmed Huseynî bi ala kesk û sor û zer hat pêçandin û derdora darbestê bi qerenfîlan hat xemilandin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê hunermend Şêrko Kanîwar helbestekê xwend û sînevîzyona li ser jiyana Ehmed Huseynî hat pêşkêşkirin.
Paşê jî hin beşdarên bernameyê axaftinên li ser bîranîna Ehmed Huseynî kirin.
Piştî bernameyê Cenazeyê Ehmed Huseynî ber bi Rojava ve hat şandin.
Hevşaredarê Bajarê mezin ê Amedê Dogan Hatûn:
“Bi rastî jî em karin bêjin ne xatirxwestinek e, her tim ew ê li axa Kurdistanê di hemû dilê Kurdan de zindî bimîne. Bi rastî jî zû bû. Mafê wî hebû ku Kurdistaneke azad jî bibîne. Lê ew hevalên te, em bawer in ev pênûsa te, gotinên te ku te temam nekirine, ew ê ji ber vê yekê ji bo hemû Kurdan jî bibin ziman û ew ê binivîsin jî. Em dizanin tu yê herî Amûdê, axa Amûdê çawa jiyanek da te, ji vir pê ve jî ew ê malek bide te. Em bi hêvî ne, ew jiyana te ku te her tim ji bo Kurdan nivîsand, her helbesta te, her nivîsa te ji bo gelê Kurd girîng bû.”
Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hûnerê ya DEM Partiyê Cemîle Tuhalli:
“Di van çil salên ku Ehmed Huseynî koçber bû de, ew her tim di hesreta welat û axa xwe de bû. Her tim hesreta dayika xwe di helbestên xwe de dianî ziman. Mîna Cegerxwîn û mîna Mehmed Uzun mixabin em nirxên xwe yên wiha ji derveyî welat pêşwazî dikin û dîsa oxir dikin. Em her tim di helbestên wan de evîna Kurdistanê dibînin. Niha jî, ew digihe cihê evîna xwe, cihê welatê xwe. Tu dê her di dilê me de bî. Oxir be Ehmed Huseynî, oxir be ji te re.”
Hevberdevkê Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç:
“Bi vî rengî jiyana xwe xal bi xal, roj bi roj; hestên xwe, nêrînên xwe, zanîstiya xwe bi pênûsa xwe, bi hestên xwe di dilê me da nivîsandiye. Em bawer in; ev tiştên wiha, ev berhemên wî wê di dîroka Kurdan a dirêj da cihê xwe bigirin. Her wiha, ji boyî berxwedana gelê Kurd wê bibe ronahiya rêya wan.”
Hevseroka PENa KURD Rojbîn Perîşan:
“Bêguman îro em mamosteyekî mezin, rewşenbîrekî helbesta Kurdî bi rê dikin. Ew bi qasî axa xwe qedîm, bi êş û berxwedaniya jiyana xwe ya serbilindî xatir dixwaze. Ji ber ku ew pêşengê helbesta kurdî ya modern bû, ewî rêyek û şêwazekî nû li ber helbest û wêjeya Kurdî vekir û em hemû bi xwendina wê rêkê mezin bûn. Mîrate û mîrasiya wî, dê di emanetê hemû nivîskar, wêjevan û helbestvanên kurd de be.”
Endamê Enstituya Kurdî ya Amedê nivîskar Feratê Dengizî:
“Bi rêzdarî û xemgîniyeke mezin bejna xwe li ber hozanê mezin Ehmed Huseynî ditewînim. Îro em dikarin gelek tiştan bibêjin. Bi rastî jî nivîskarên Bakur, li ser helbest û wêjeyê axivîn pêşengiyeke herî girîng e ji me re. Di dilê min de em dikarin wisa bibêjin; Şêxê min, pîrê min, oxir be hevalo, oxir be. Em têne dilê helbesta te. Em têne wê banga te ya yekîtiyê. Em têne wî dilê te yê ku qet naraweste. Bi van hestan em dibêjin, şêxê helbestê, Newroza te pîroz be, ev yekîtî jî li te pîroz be. Bi rastî rewş giran e, xatirxwestina şêxê helbestê hîn bêtir giran e, lê hêvî ronahiya çavê wî ye.”
Endama Komaleya Wêjekarên Kurd Mîna Acer:
“Weke Komeleya Wêjekarên Kurd, em di vê roja reş de sersaxiyê didin malbata wî, gelê Kurd û hemû nivîskar û helbestvanan. Ehmed Huseynî bi her rist û pirtûka xwe zimanê me xemiland; bi kûrahiya felsefeya xwe û bi sêwirandina hunera xwe, asoyên nû li ber wêjeya me vekir. Mîrateya ku wî li pey xwe hiştiye, ji bo me deryayeke bêbin e. Em ê wek hevalên wî yên pênûsê, her tim xwedî li ked û navê wî derkevin. Ew bîranîna nemir û dildarê peyva azad, dê di dilê me de her zindî bimîne. Rêya te ronî be, Şêxê Helbestê. Cihê te bihuşta rengîn be, serê gelê me sax be.”
Seroka KASEDê Salîha Ayata Axivî:
“Te digot, ‘Destpêkê gotin hebû.’ Ehmed Huseynî jî bi helbestên xwe, bi hostatî û hunera xwe, heqîqeta gotinê û gotina heqîqetê wekî mîrateyek hişt û çû. Helbestvan ji bo neteweyekê yek ji stûnên herî sereke yên ziman e. Huseynî jî ji bo Kurdî kesekî wiha bû. Bi bîr û pênûsa xwe ya xurt, ruh û manewiyat dida Kurdiya me ya şêrîn.”
Serokê Weqfa Mala Haco Zîwer Haco:
“Em îro li vir, li paytexta dilan, pêşwaziya cesedê pak ê helbestvanê mezin, dengê Amûdê û dengê rûmeta Rojava, Ehmed Huseynî dikin.” Zîwer Haco wiha domand: “Îro li vir ne tenê weke şahidê koça dawî ya helbestvanekî mezin im, lê wek hevalekî ku bi salan li sirgûnê, li axa Swêdê, bi Ehmed re nan û xwê parve kiriye. Ehmed her dem digot: ‘Ez ê rojekê vegerim, lê ez naxwazim bibim mêvan, ez dixwazim bibim ax.’ Ew mînaka deryayekê bû, her dem tijî pêlên xeyalan û her dem dilsojê zimanê dayikê bû. Ew li Swêdê tenê nedijiya; wî Kurdistan di dilê xwe de her roj ava dikir. Ehmed Huseynî ne tenê helbestvanek bû, ew bîreweriya welatekî bû ku di nav rûpelên pirtûkên wî de dikişiya. Wî Amûda rengîn biribû her derê cîhanê û îro Amûda wî bi hesret li benda vegera kurê xwe yê mezin e.”
Rizoyê Xerzî:
“Ehmed Huseynî heta kêliya dawiya jiyana xwe, mirovekî dilsoz, xwedî biryar, ronakbîrekî zîrek û girêdayî şîn û şahiya gelê xwe bû. Di hemû helbest û nivîsên xwe de, her dem li kêleka yekîtiyê bû. Tu caran rê neda dubendî û dijminahiya alîgiriya korane. Ehmed Huseynî, kedeke mezin ji bo avakirina Tevgera Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê da. Di kêliya herî bêhêvî de, dema ku min li Ehmed digeriya, dîsa hêviyên mezin dida min, hêviya vegerekê dida min.”
Axaftinên beşdaran ji nûçeya Ajansa Welat hatîye girtin


