Infowelat hejmara 39. a e-kovara Kurdistanê weşand.
Dîtinên akademîsyenê amerîkî David Romano yên li ser sebebên rewşa dawî ya li Rojava, rapirsîyek li ser rewşenbîrên kurd, tevlî nûçeyên derbarê rapora komîsyona parlamentoya tirk a li ser întegrasyona PKKê û çîroka marşa “Em Yek” a Newrozayê di vê hejmarê de ne.
Lêkolîna danasîna Konfederasyona Swîsreyê mijara dosyeya vê hejmarê ye. mijara vê hejmarê ye. Di dosyeya li ser Basel-Landschaftê de kurtedîrok, demografî û ziman, aborî û sîstema polîtîk cî digirin.
Kurdistan berhemeke dîjîtal a Infowelat e û ji 15 rojan carekê tê weşandin. Hejmara Kurdistanê ya yekemîn di kanûna pêşîn a 2023an de hatibû weşandin.
Nivîsên e-kovarê
- Komîsyonê rapora întegrasyona PKKê ragihand
- David Romano li ser erênayên stratejîk ên Rojava axivî
- Serxwebûnê dixwazin lê erkên xwe pêk naynin
- “Em yek” banga ji bo yekitîyê ye
- Kantona Basel-Landschaft


