SerupelNûçeFermandarên îngilîz û alman banga biçekbûnê kirin

Fermandarên îngilîz û alman banga biçekbûnê kirin

Serfermandarên artêşên Brîtanya û Almanyayê bi nameyeke xwe ya hevpar polîtîkaya biçekbûnê parastin. Name di rojnameya brîtanî The Guardian û rojnameya almanî Die Weltê de hat weşandin.

Almanya û Brîtanya dixwazin kinceke meşrûîyetê li jinûvebiçekbûna xwe bikin.

Herdu welat ji bo vê, êrişkarîya Rûsyayê ya li Ûkraynayê hincet nîşan didin.

Serfermandarên artêşên Brîtanya û Almanya bi nameyeke xwe ya hevpar polîtîkaya biçekbûnê parastin.

Name di rojnameya brîtanî The Guardian û rojnameya almanî Die Weltê de hat weşandin.

Serfermandarê artêşa alman Carsten Breur û hemkarê wî yê brîtaîn Richard Knington di nameyê de hewl dan ku bingeheke etîk a jinûvebiçekbûna welatên ava bikin.

Breuer û Knighton gotin, “ew ne tenê wekî du fermandarên payebilid ên welatên ewrûpî ku herî zêde mesrefê li artêşê dikin lêbelê wekî dengên ji bo Ewrûpayê diaxivin ku divê niha divê heqîqeta nexweş a derbarê ewlehîya xwe de qebûl bike.”

Herdu fermandaran îdîa kirin ku hedefên leşkerî yên Rûsyayê bi rengekî cidî ber bi rojava ve berfireh dibe û ev jî rîska alozîyê bi welatên NATOyê re derdixe asteke bilind.

Breuer and Knighton di nameyê de îdîa kirin eger Rûsya bawer bike ku Ewrûpa lawaz e “wê ceger bike êrişa xwe ber bi derveyî Ûkraynayê ve berfireh bike.”

Fermandarên alman û brîtanî gotin, “amadebûna leşkerî divê were wateya endustrîya parastinê” û divê ligel avakirina febrîqeyên cebilxaneyê tûgayeke şer a alban li baskê rojhilat ê NATOyê bê bicîkirin.

Di dawîya nameya xwe de fermandarên herdu welatûn mezin ên Ewrûpayê bi van gotinan xwestin ji alîyê ehlaqî ve vê sekna xwe ya mîlîtarîst rewa bikin:

“Alîyê ehlaqî yê vê hewldanê heye. Jinûvebiçekbûn ne şerxwazî ye; ev, çalakîyeke dewletan e ku ji bo parastina gelên xwe aştîyê bi biryar in.”