E- kovara Kurdistanê gihişt hejmara xwe ya 40.
Hejmara dawî bi giranî li ser pergala federal a Swîsreyê ye. Bi mînaka bajarê fransîaxêv Moutierê derfetên vê pergalê ya ji bo parastina nasnameya zimanî tê pêşkêşkirin.
Bi rêya hevpeyvîna bi şaredarê bajarê Moutierê re detayên çîroka tevlîbûna bajêr a Kantona Jurayê tê dayîn.
Nîqaşên li ser duzimanîyê ya li Kantona Fribourgê ya li Swîsreyê mijareke din a nivîsekê ye.
Nivîsên li ser Peymana kurdan û Iraqê ya 1970yî û biryara lidarxistina referandûma endamtîya Yekiîtya Ewrûpayê ya Îslandê di vê hejmarê de hatine weşandin.
Kurdistan berhemeke Infowelat e û ji 15 rojan carekê tê weşandin. Hejmara Kurdistanê ya yekemîn di 2023an de hatibû weşandin.
Nivîsên hejmara 40. ev in:
- Peymana kurdan û Iraqê ya 1970
- Îsland ji bo endamtîya YEyê referandûmekê li dar dixe
- Fribourg duzimanîya beledîyeyan nîqaş dike
- Moutier tevlî Kantona Jurayê bû
- Rêwîtiya Moutierê ya ber bi Kantona Jurayê ve


