Amerîka û Ermenistan ji bo hevkarîya sektora sivîl a nukleer li hev kirin. Herdu alî li Êrîvanê peymana derbarê vê babetê de îmze kirin. Cîgirê serokê Amerîkayê JD Vance û serokê Ermenistanê Nikol Paşînyan îmze xwe avêtin binê peymanê. JD Vance ev çend roj in ji bo temamkirina detayên peymana aştîyê ya di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de çend roj in li herêmê bû.
Peymana ku hate îmzekirin a navê Peymana 123, destûrê dide Amerîkayê ku teknolojî û alavên nukleerî bifroşe welatên din. Bi vê peymanê wê DYA di destpêkê de di berdêla 5 milyar dolaran de teknolojî û alavan bifroşe Ermenistanê. Di dema dirêj de jî wê Ermenistan ji Amerîkayê bi qasî 4 milyar dolaran peymana sotemenî û lênerîna tesîsên nukleerî îmze bike.
Tesîsa Nukleer a Enerjîyê ya Ermenistanê ku wekî Metsamor tê binavkirin, di 1969an de ji alîyê Yekitîya Sovyetê ve hatibû çêkirin. Ermenistan di salên dawîyê de dixwest vê tesîsa kevn nûjen bike û ji bo vê di nava lêgerînê de bû.

Piştî Qerebaxa Çiyayî di 2023an de ji alîyê Azerbaycanê ve, Ermenistan bêtir ji Rûsyayê dûr ketibû û berê xwe dabû Ewrûpa û Amerîkayê. Di dema rêveberîya duyemîn a Trump de Amerîka hebûna xwe ya li Qefqasyayê xurt kiribû û di 2025an lîderên azerî û ermenî li Washingtonê peymanekê îmze kiribûn.
Foto: Alên Amerîka û Ermenistanê


