SerupelPolîtîkaÇîn û Kanada hevkariya stratejîk saz dikin

Çîn û Kanada hevkariya stratejîk saz dikin

Paytextên Kanada û Çînê li pêyî salên dirêj ên rageşiya dîplomatîk, li dij bacên gumrigê yên Amerîkayê têkîliya xwe ji nû ve saz dikin. Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney li paytext Pekînê hat pêşwazîkirin.

Paytextên Kanada û Çînê li dij bacên gumrigê yên Amerîkayê hewl didin têkîliyên xwe ji nû ve saz bikin.

Mark Carney û heyeta wî bo çar rojan ji aliyê Serokê Çînê Xi Jinping ve tên pêşwazîkirin.

Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney despêka serdanê destnîşan kir ku Ottowa û Pekînê hevkariyeke stratejîk a nû di navbera xwe de saz kirine.

Mark Carney hevkariya di navbera xwe de wekî wê destketiyên dîrokî pêk werîne rave kir, tevî Xi Jinping got divên li ser qadên çandinî, xurek, enerjî û fînansê yên ku dikarin destkeftiyên dîrokî pêk werînin rawestin.

Serokê Çînê Xi Jinping jî kêfxweşiya xwe ya ji bo Mark Carney û heyeta wî anî ziman, got têkîliyên Kanada û Çînê her diçe baştir dibe.

Ji serê deh salan e, di navbera Ottowa û Pekînê de rageşî heye.

Cara dawîn, di sala 2017’yan de, lîderekî Kanadayê serdana Çînê kiribû.

Kanada ji demeke dirêj ve, di warê aborî de, yek ji mutefîkên herî nêz ên Amerîkayê bû.

Li pêyî Donald Trump hat ser kar û eşkere kir ku dixwaze Kanadayê bike 51’mîn eyalete Amerîkayê, rageşiya di navbera herdu welatan de bilind bû.

Lewma jî, tê payîn ku rageşiya heyî Kanadayê nêzî Çînê dike.

A.Rahman ÇELÎK
A.Rahman ÇELÎKhttps://berwarnews.com
Piştî Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Anqereyê, di 1997’an de, di kovara Jiyana Rewşenê de dest bi kar kir. Tevî Berpirsiyariya Nivîsaran, di Lijneya Weşanê de jî cî girt û edîtoriya kovarê kir. Çelîk di dema vî karî de, kar û barên teknîkî yên kovara Pîneyê jî hilda ser xwe. Piştî Kovara Jiyana Rewşenê hat girtin, tevî çend hevalên xwe, di sala 2002’yan de Dezgeha Hunerê ya Seyr-î Meselê ava kirin. Ji sala 2004 ve, salên dirêj edîtoriya kovar û weşanên Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê kir. Çelîk di 2012'yan de yekem kovara wergerê ya bi navê "tabularasa" derxist. "tabularasa" piştî weşandina 4 hejmaran, ji ber tunebûna derfetên aboriyê hat girtin.