SerupelHevpeyvînAvakirina piran: Çîroka Semalkayê û piştgriya bi Rojavayê re

Avakirina piran: Çîroka Semalkayê û piştgriya bi Rojavayê re

Hevpeyvîna ku bi damezrînerên Semalkayê David Dessers û Deirdre Maes re ku di derbarê mîsyona teşwîqkirina alîkariya însanî û hevkariya binyadî ya di navbera herêma Rojava û Leuvenê de hatiye kirin.

Semalka komeleyeke flamen e ku di sala 2024an de ji aliyê David Dessers, Stjin Verhofstadt û Deirdre Maes ve li Leuvenê hatiye damezrandin. Mîsyona vê saziya civaka sîvîl ew e ku di navbera Flander (bi taybetî jî bajarê Leuvenê) û Bakurê Rojhilatê Sûrî ku wekî Kurdistana Rojava jî tê zanîn de piştgirî ava bike. Komele hewl dide ku hevkariyên binyadî ava bike û bi riya hewldanên girseyî îzolasyona herêmê têk bibe û her wiha piştgirî bide projeya wê ya civakî ku bêhempa ye.

Komeleyê di êvara 19ê sibatê de di kafeya  Het Groot Ongelijk a li Leuvenê de bi awayekî fermî kampanyayeke piştgiriya hevkariyê da destpêkirin. Ev hewldana ku bi du cotkarên flemen hatibû destpêkirin alîkariya cotyariya herêmî digihîne alîkariya navneteweyî. Ez jî di wê êvara şahiyê de çûm kafeyê û ez bi David û Deirdre re di derbarê jêderka komeleyê û vîzyona wan de axivîm.

Hûn dikarin sebebên avakirina Semalkayê vebêjin?

Deirdre Maes: Me xwest ku em di navbera pişrgiriya ku me hewl da biceribînin û tiştên ku li Rojava pêş dikevin de têkilî deynin. Ji ber vê yekê me Semalka ava kir. Fikir ew bû ku em piştgiriyek rast bidin hin hewldanên herêmî, bes di heman demê de di derbarê projeyên li Sûrî  de hîn bêtir hişmendî bidin avakirin, lewre li Belçîkayê haya gelek însanan ji vê yekê tune ye. Bêgûman kurd bi vê yekê dizanin bes belçîkayî baş nizanin. Û em jî difikirin ku em ê ji vê cerebeyê hînê hin tiştan bibin.

David Dessers: Sedema hilbijartina navê Semalkayê ev e: Semalka navê deriyê sînor ê Rojava û Herêma Kurd a li Iraqê  ye. Peyva Semalkayê tê wateya  pirên li ser Çemê Dijleyê, pirên duba yên li ser Çemê Dijleyê. Fikra me ew bû ku em di navbera herêma Kurd a li Sûrî û Ewropa, Leuven û hwd de piran ava bikin. Ji ber vê ye ku me sembola avakirina piran hilbijart. Fikir ev bû.

Yek ji armanca we ew e ku hûn “Îzolasyona li ser Rojava bişkînin”. Hûn ê bi riya hevkariyê vê daxwazê çawa bibin serî?

David Dessers: Bo nimûne em dixwazin di navbera dibistanên li bakurê rojhilatê Sûrî  û yên li vir, zanîngehên li wir û yên li vir, saziyên jinan ên li wir û yên li vir, konsey an jî rêveriyên bajêr ên herêmî yên li wir û konseyên li vir de hevkariyê saz bikin. Lewre tiştê ku me li wir dît ew bû ku herêm di nav îzolasyoneke dijwar de ye.  Ji aliyekî ve me xwest ku em vê îzolasyona dijwar bişkînin û pirsgirêkên însanên li wir bixin rojeva sereke. Bes ji aliyê din ve jî proje, projeya civakî, tiştên ku li wir diqewimin… Em di wê bîr û baweriyê de ne ku em ê bikaribin alîkariya wan bikin, lê belê ew jî dikarin alîkariya me bikin.

Lewre, bo nimûne fikra hevserokatiya her meclîsa şaredariyê yan jî ya her rêxistinê bêhempa ye û ji bo me jî mînakeke pir xweş e.  Lewre li van deveran jî tiştekî wisa tune ye. Yanî em dikarin ji hev gelek tiştan hîn bibin. Hevkariyeke bi vî rengî mumkun e. Û me xwest ku em vê yekê bi awayekî pir mutewazî bikin.

Gelo heta niha we ev hedefên xwe çi qas pêk anîn?

David Dessers: Me hin encamên baş bi dest xistin, bes ji ber ku rewş di bin îzolasyona dijwar de ye carinan pir zehmet dibe. Wekî mînak, demekê di navbera rektor, Zanîngeha Leuven û Zanîngeha Rojavayê ya li Qamişloyê de têkiliyek çêbû. Lê belê heta niha encameke berbiçav nehate girtin, lewre ji ber îzolasyonê ev gelek zehmet e.

Belê, bo nimûne me di navbera şaredarê Qamişloyê, çend kesên ji Leuvenê û çend kesên ji dîasporaya kurd civînên online li dar xistin. Ev  yek encamên xweş bi xwe re anî. Ez di wê fikrê de me ku me di hêla avakirina hişmendiyê de rolek lîst, le belê wekî min got îzolasyon ew qas mezin e ku tiştên ku em karin bikin bisînor in.

Deirdre Maes: Tiştê dixwazim bibêjim ev e, ez di wê baweriyê de me ku êdî me bi bilindbûna ragêşiya li Rojava re roleke cûda lîst. Ji bilî vê êdî bêtir em di navbera civaka kurd a li Leuven û civaka flemen de peywira pirekê dibînin. Em dixwazin van çalakiyan bi hev re li dar bixin, bes di heman demê de jî em hewl didin ku zêdetir belçîkayiyan tevlî vê mijarê bikin. Û ev yek gelek zehmet e.

Hersê damezrînerên Komeleya Sêmalkayê Deirdre Maes, David Dessers û Stijn Verhofstadt

Gelo derbarê merheleya niha ya Semalkayê de tiştekî hûn lê zêde bikin heye?

Deirdre Maes: Li gorî min em hîn di merheleya destpêkê de bûn. Û mînak ev heyet dê ji bo me pir girîng bûya. Lewre wekî mînak ji bo ku karibim vê têkiliya rasterast saz bikim min hewl da ku hin profesoran bi xwe re bibim. Lewre di asta zanîngehê de ev yek zehmet bû. Bes profesorek biçûya wir û ders bida û di heman demê de hin xwendekarên wî jî hebûna û di van mijaran de lêkolîn bokira bi rastî dê ev yek pêwendiyek gelek baş bibûya. Lê belê niha ev heyet dê bikare here wir an na em nizanin.

Hin tiştên dîtir ku me kirin ev in; xebata hevpar a bi dîasporaya Leuvenê. Bo nimûne me çalakiyeke li dijî şîdeta li hemberî jinê ya li Kurdistanê li dar xist. Ev çalakiyeke pir balkêş bû û ji bo me jî balkêş bû.

Hûn dikarin derbarê çalakiya “Pataten voor Rojava” de ku dê vê êvarê were lidarxistin de agahiyan bidin me?

Deirdre Maes: Gava li Rojavayê ev hilweşîn dihat jiyîn cotkarek li Pajottenlandê xwe gihand me û got divê em tiştnan bikin, divê em piştgiriyê bidin.  Wek cotkarek tiştê ku hatibû bîra wê/î ev bû: Ger em kartolan biforişin dê were wê wateyê ku em ê piştgiriyê bidin cotkaran -lewre niha nikare ji kartolan pere qezenc bike- û em ê piştgiriyê bidin însanên li wir.

Du euro û nîv rasterast diçe ji cotkar re û du euro û nîv jî dê ji bo kirîna alavên tibbî were bikaranîn. Ev, dê ji bo kirîna alavên tibbî ya ji bo Rojavayê ye. Em hêvî dikin ku em bi xwe herin wir û alavên tibbî bi xwe radestî wan bikin an jî pereyê ku hatiye tomarkirin radestî wan bikin.

Gelo dê ev çalakiya ji bo piştgiriyê heta kengê bidome?

Deirdre Maes: Heta biqede. Niha nêzî 70 torbe hene, yanî 140 kîlo kartol. Ez bawer im nîvê van heta dibe ku ji nîvî zêdetir hatiye firotin jî. Piştî kartolan dibe ku hin tiştên din jî fikirîbe. Lê  em dirêj nekin, di mehên pêşiya me de ji bo Rojavayê û ji bo alîkariya însanên li wir em ê çalakiyên dîtir ên alîkariyê li dar bixin. 140 kîlo kartol tenê ji bo Leuvenê bû, lê wê/î kartol şandin Bruksel, Liege û Antwerpenê jî.

Îngilîzîya hevpeyvînê di vê lînkê de ye

Hevpeyvîn: Necat Ayaz

Necat AYAZ
Necat AYAZ
Necat Ayaz rojnamevanekî li Brukselê ye ku li ser meseleya kurd û tevgerên neteweyî dinivîse. Self-determînasyon û xwerevebirina demokratîk mijarên sereke yên rojnamevan in.
GOTARÊN TÊKILDAR