SerupelCivakÎndeksa Asta Gendelîyê ya 2025an hat weşandin

Îndeksa Asta Gendelîyê ya 2025an hat weşandin

Îndeksa Asta Gendelîyê ya 2025an nîşan dide, gendelî li cîhanê berbelav dibe. Kontrola demokratîk a li ser sazîyan û êrişa li hemberî civaka sivîl sebebên esas ên zêdebûna gendelîyê ne.

Rêxistina Şeffafiyê ya Navneteweyî rapora xwe ya 2025an a derbarê gendelîyê ya li cîhanê weşand.

Rapora bi navê Îndeksa Asta Gendelîyê (CPI) nîşan dide, gendelî li cîhanê berbelav dibe.

Kontrola demokratîk a li ser sazîyan û êrişa li hemberî civaka sivîl sebebên esas ên zêdebûna gendelîyê ne.

Îndeksa CPIyê di mijara gendelîyê de 182 welatên cîhanê di lîsteyekê de rêz dike.

Di lîsteyê de her welat di navbera 0 û 100 pûanî de digire.

Pûan çiqas kêm be, asta gendelîyê ya li welatê mijara gotinê zêde ye.

Denmark, Fînland, Sîngapûr, Zelandaya Nû û Norway di îndeksê de xwedî pûanê herî zêde ne û loma jî di warê gendelîyê de welatê herî baş ên cîhanê ne.

Li gorî îndeksê, 31 welatên cîhanê di sala 2025an de gendelîyê kêm kirine.

Welatên mayî jî di warê gendelîyê de an li ciyê xwe mane an jî ber bi paş ve çûne.

Pûanê navînî ya gendelîyê ya li ji bo cîhanê 42 ye.

Ev jî tê vê wateyê, ji duyan sêyê welatan di bin pûanê 50 de ne.

Rêxistina Şeffafiyê ya Navneteweyî dîyar dike, berdêla gendelîyê ji alîyê civakê ve tê dayîn.

Ji ber gendelîyê fonên ji bo nexweşxaneyan kêm dibin, parastina li hemberê lehî û karesatên din baş nikarin bên kirin û hêvîyeke jîyanake baş a ciwanan tên hilweşandin.

Agahîyên derbarê Tirkîyeyê de yên Indeksa Gendelîyê 2025

Tirkîye di rêza 124. de ye 

Tirkîye di 2025an de di Îndeksa Asta Gendelîyê de li gorî berê paş ve çû ye.

Îndeksê Tirkîyeyê di rêza 124. a lîsteyê de bi cî kirîye.

Di 2024an de vî welatî di heman îndeksê de di rêza 121. de bû.

Pûanê Tirkîyeyê ya sala 2025an 31 e.

Hêjayî gotinê ye, di sala 2023an de pûanê Tirkîyeyê 49 bû.

Foto: Îndeksa Asta Gendelîyê ya 2025an/Rêxistina Şefafîyê ya Cîhanê