SerupelCivakYE ji bo endamên nû dest bi tedbîrên tund dike

YE ji bo endamên nû dest bi tedbîrên tund dike

Yekîtiya Ewrûpayê (YE) pêvajoya endamtîya nû bi tedbîrên nû girantir dike. Di vê çarçoveyê de Montenegro bû welatê ewil ê ku ev standardên nû li ser tên ceribandin.

Yekîtiya Ewrûpayê (YE) ji bo pêşwazîkirina endamên nû yên di pêvajoya berfirehbûnê de, prosedûreke nû ya ewlehiyê xist meriyetê. Li ser esasê nû, welatên ku dixwazin tevlî yekîtiyê bibin wê rastî merc û kontrolên pir tundtir bên. Montenegroya ku welatekî Balkanan e, di vê pêvajoyê de bû nimûneya ewil. Muzakereyên bi vî welatî re tevlî van tedbîrên nû, bi fermî dest pê kirin.

Rayedarên Yekîtiya Ewrûpayê ev tedbîrên nû wekî “sîgorteyekê” tên pênase dikin. Bi van rêziknameyên nû tê xwestin ku di serî de serweriya hiqûqî, mafên bingehîn û pîvanên demokratîk li welatên dibin bên parastin.  Her çend hin welatên endamên YEyê vê guhertinê naxwazin jî , rêveberîya Brukselê li ser sepandina van rêzikên bi biryar e.

Montenegro welatekî li herêma rojavayê Balkanan e. Ev welat di 2006an de ji Sirbistanê veqetiya û serxwebûna xwe ragihand.Bi destpêka serwerîyê ve muzakereyên ji bo endamtîya Yekitîya Ewrûpayê dest pê kirin.
Nexşe: Montenegro/Wikimedia Commons

15 sal ji bo endamtîyê

Pêvajoya berfirehbûna YE di salên dawî de ji ber krîzên siyasî û pirsgirêkên navxweyî yên welatên namzed rastî gelek astengiyan hatibû. Ji ber ku welatên mîna Macaristanê di mijarên mafên mirovan û serweriya hiqûqê de bi salan di serê YEyê dêşandin, YE êdî naxwaze di pêvajoya endamên nû re bi heman probleman re rû bi rû bimîne.

Di çarçoveya plana nû de, dema ceribandinê ya 15 salî û derfeta rawestandina mafên dengan an jî qutkirina alîkariyên darayî tê nîqaşkirin. Hin welatên endam ên wekî Fransa û Hollandayê destekê didin van tedbîrên tund lê welatên wekî Îtalya û Awistiryayê hişyar dikin ku girankirina prosedûrên pêvajoya endamtîyê dikare pêşî li berfirehbûna YEyê bigire. Li aliyekî din, Fransa û Almanya ligel girankirina prosedûran, întegrasyona gav bi gavî dixwazin û ev jî wê dema dema endamtîya tam zêde bike. Montenegro niha di vê qonaxê de wekî azmûna ewil dîtin û encamên muzakereyên bi vî welatî re diakre bandorê li ser siberoja hemû welatên namzed bike.