Tevgera xwendekaran li Sirbistanê, piştî nêzîkî du salên protestoyên berfireh ên dijî gendelîyê û desthilatdariya demdirêj, di hilbijartinên parlamenterîyê de hukumeta Alexander Vucic têk bir. France 24 ku li ser vê serkeftinê nûçe-analîzek berfireh amade kir. Di nivîsê de tê dîyarkirin, rêxistina ne hîyerarşîk û biryargirtina kolektîf dikare ji protestoyên kolanan veguhere tevgereke sîyasî û sazûmana kevneşopî ya welêt biguherîne.
Tevgera xwendekaran a Sirbistanê di 2024an de bi hilweşîna banê stasyona trenê li Novî Sadê ku 16 kes miribûn, dest pê kiribû. Xwendekaran zanîngehên dewletê dagir kirin û bi rêya civînên xwe biryarên xwe girtin. Di van civînan de her xwendekarek xwedî mafê axaftin û dengdanê hebû û biryar bi piranîya dengên beşdaran dihatin pejirandin. Ev modela rêxistinê, ku li Balkanê dîrokek wê heye, derî li pêkhatina lîdereke karîzmatîk girt û xwe ji êrişên medyayî yên desthilatdarîyê parast.
Bi vî awayî, xwendekaran ne tenê protesto kirin, lê jî lîsteyek namzedan amade kirin ku ji akademîsyen, endezyar, hunermend û aktîvîstan pêk dihat. Ev lîste di hilbijartinan de dengê piranîyê bi dest xist. Bernameya vê lîsteyê gelek maqûl e: têkoşîna dijî gendelîyê, berpirsîya sazûmanî û hin reformên civakî yên bingehîn. Ev daxwaz bû sebeb ku beşên berfireh ên civakê destekê bidin tevgerê.
Ev tecrûbe ji bo tevgerên din ên li herêmê û cîhanê jî giring e: dema ku protesto bi rêxistineke demokratîk û biryargirtina kolektîf berdewam bike, dikare ji “çanda kolanan” derkeve û bikeve nava sazûmanên fermî. Lê belê, kêşeya sereke niha ew e ku ev modela ne hîyerşîk dikare di hukumetê de jî berdewam bike an na. Guhertina desthilatdarîyê tenê destpêk e; parastina berpirsyarîyê, hevgirtinê û şiyana birêvebirina dewletê wê bibe ceribandina rastîn. Eger xwendekarên Sirbistanê di vî warî de jî serkeftî bin, wê modelekî nû ji bo tevgerên ciwan û demokratîk ên cîhanê pêşkêş bikin.



