SerupelCivakAborîya Katalonyayê di sala 2025an de 2.7% mezin bû

Aborîya Katalonyayê di sala 2025an de 2.7% mezin bû

Li gorî daneyên Saziya Statîstîkê ya Katalan (Idescat), aboriya Katalonyayê di sala 2025an de bi rêjeya 2.7% mezin bû. Ev pêşketin ne tenê li Îspanyayê, lê di nava welatên Yekîtîya Ewrûpayê de jî asteke bilind nîşan dide. Bi taybetî, zêdebûna hilberîna wesayîtên bi motor, pîşesaziya kîmyewî û dermanan bûye sebeba sereke mezinbûna aborîyê ye.

Tevî rewşa nebaş a giştî ya aborîya Ewrûpayê, aborîya Katalonyayê di sala 2025an de pêş de çû. Li gorî daxuyaniya Saziya Statîstîkê ya Katalan (Idescat), Hilberîna Navxweyî ya Ne-Safî (HNN) ya Katalonyayê di sala 2025an de %2.7 mezin bû.

Ev rêje nîşan dide ku leza pêşketina aborîya Katalonyayê ji ya Îspanyayê zêdetir e û ji gelek welatên Yekîtîya Ewrûpayê jî baştir e. Li gorî daneyên fermî, mezinbûna Hilberîna Navxweyî ya Ne-Safî ya li Fransayê %0.9%, li Îtalyayê 0.7% û li Almanyayê %0.3 ye. Hêjayî gotinê ye, di sala 2022’an de jî aboriya Katalonyayê bi rêjeya 3.5% mezin bûbû.

Sebebên pêşketina aboriyê

Çavkaniyên herêmî û pisporên aborîyê diyar dikin ku sebema bingehîn a vê geşbûnê, zêdebûna hilberîn û firotina wesayîtên bi motor e. Wekî din, pîşesazîya kîmyewî û ya dermanan du sektorên din in ku di vê pêvajoyê de derketine pêş.

Di heman demê de sektorên wekî avahîsazî, hatûçûn, xizmetên seferên hewayî û lêkolînên zanistî jî par çalakbûna xwe domandine û bandorê li rêjeya mezinbûna giştî kirine.

Daneyên erênî yên derbarê aborîya Katalonyayê de tenê bi mezinbûna hilberînê sînordar namînin. Di sala 2025an de rêjeya îstihdamê li Katalonyayê bi 5.6% zêde bû. Ev rêje li Îspanyayê bi giştî di asta 3.8% de ma ku ev yek jî nîşan dide ku bazara kar a Katalonyayê pêş ketiye.

Budçe 43 milyar euro ye

Ligel geşbûna aborî û zêdebûna hilberînê, budçeya Katalonyayê jî gav bi gav zêde dibe. Hukumeta katalan Generalitatê ragihandibû, budçeya 2024an gihîştîye  43 milyar euroyî. Ev yek di dîroka Katalonyayê de wekî budçeya herî mezin a tê qebûlkirin. Di vê budçeyê de para herî mezin bi 12 milyar euroyî  ya tenduristiyê û bi 7.5 milyar euroyî jî ya perwerdehîyê ye.

Foto: Paytexta Katalonyayê Barselona. Foto: Jorge22gil