Di îlona 2026an de, Sekreteriya Dewletê ya Koçberiyê (SEM) a Swîsreyê 2 hezar û 122 serlêdanên penaberiyê tomar kirin. Ev hejmar li gorî îlona 2025an 18% kêmtir e. Di neh mehên îsal de SEMê 15 hezar û 667 serlêdan tomar kirin. Ev dane jî ji sala borî bi qasî 3 hezar kêmtir e. Par 18 hezar û 877 serlêdan hatibûn kirin.
- Erître: 321
- Cezayîr: 247
- Somalî: 202
- Tirkîye: 112
Li gorî meha tebaxê, di hejmara serlêdanan de ji sedî 12 (226 serlêdan) zêdebûn çêbûye. Bi giştî, hejmara serlêdanên penaberiyê ber bi dawiya havînê û di dirêjahiya payîzê de zêde dibe û piştre di mehên zivistanê de kêm dibe.
Çend kesan mafê penaberîyê girt?
Di îlonê de 1.775 serlêdan hatine kirin û 347 ji van serlêdanan di kategorîyê de duyemîn de pêk hatine. Ev kategorî dozên têkildarî jidayikbûnê û yekbûna malbatê pêk tê. Li gorî îlona 2025an, hejmara serlêdanên sereke ji 17 % û hejmara serlêdanên duyemîn jî ji 20% kêm bûn e.
SEMê di îlonê de derbarê 2 hezar û 675 serlêdanan de biryarên qonaxa yekem da û ji bo 636 kesan mafê penaberiyê pejirand. Li alîyekî din, di vê mehê de bi giştî 804 kes bi awayekî kontrolkirî ji Swîsreyê derketin. Ji van kesan 477 bi daxwaza xwe û bi awayekî serbixwe çûn; 327 kesên mayî jî di bin çavdêriya polîsan de li welatê xwe, li welatekî sêyemîn an jî li welatekî di çarçoveya Peymana Dublinê de hatin vegerandin.








