Serûpel Nûçe Amedsporê li mala xwe Konyasporê têk bir

Amedsporê li mala xwe Konyasporê têk bir

Gola ku di deqîqeyên dawî yên maçê de hat avêtin, bû sedem ku Amedspor di vê pêşbirkê de bibe aliyê serfiraz. Mbaye Diagne di deqîqeya 86an de top şand nava tora keleya reqîb û bi vê golê encama maçê diyar kir.

0
27
Amedspor @amedskofficial

Di hefteya 8an a Lîga Super a Tirkiyeyê de, Amedsporê li stadyûma xwe mazûvaniya Konyasporê kir. Tîma kesk û sor bi gola ku di deqîqeya 86an de ji aliyê Mbaye Diagne ve hat avêtin, bi encama 1-0ê serkeftin bi dest xist.

Di vê pêşbirkê de Amedspor û Konyaspor ji bo seekeftinê heta dawî hewl dan. Tîma Amedê ya ku li ber temaşevanên xwe dilîst, di dawiyê de bi gola Diagne serkeftina xwe misoger kir.

Gola ku di deqîqeyên dawî yên maçê de hat avêtin, bû sedem ku Amedspor di vê pêşbirkê de bibe aliyê serfiraz. Mbaye Diagne di deqîqeya 86an de top şand nava tora keleya reqîb û bi vê golê encama maçê diyar kir.

Bi vê serkeftinê, Amedsporê di hefteya 8an de pûanên xwe gihandin 17an û ji bo domandina meşa xwe ya di lîgê de gaveke giring avêt. Konyaspor jî piştî vê têkçûnê, di rêza 5an de ma.

Cengiz Demirtaş