SerupelÇandParlamentoya Ukraynayê qanûna mafên kêmaran qebûl kir

Parlamentoya Ukraynayê qanûna mafên kêmaran qebûl kir

Parlamentoya Ukraynayê (Verkhovna Rada) qanûneke nû ya ji bo bihêzkirin û parastina mafên kêmarên neteweyî û zimanî qebûl kir. Ev gava qanûnî rê li ber rakirina vetoya Macarîstanê ya li ser endamtiya Ukraynayê ya Yekîtiya Ewrûpayê (YE) de vedike.

Parlamentoya Ukraynayê qanûneke taybet ku mafên zimanî, perwerdehî û çandî yên kêmarên etnîkî diparêze û berfireh dike, pesend kir. Ev guhertina qanûnî alozîya bi salan a di navbera Kîev û Bûdapeşteyê de kêm dike û astengîyên li ber hevdîtinên tevlibûna Ukraynayê ya Yekîtiya Ewrûpayê radike.

Di dengdana li Verkhovna Rada de ji 450 parlamenteran 266 parlamenterî dengê “Erê” dan qanûna nû. Qanûna ku hat qebûlkirin, bi taybetî derfetên bikaranîna zimanên kêmaran di dibistanan, saziyên giştî û çalakiyên çandî de xurttir dike

Qanûna nû ya ku parlamentoyê pesend kir, ji aliyekî ve pêşîya daxwazên kêmaran ji bo xweseriya zimanî û çandî vedike û ji aliyê din ve jî pîvanên YE’yê yên ji bo parastina mafên kêmaran bi cih tîne. Naveroka qanûnê bi kurtahî wiha ye:

  • Zimanê perwerdeyê di dibistanan de:Hiqûqa hişk ên li ser zimanê dayikê tê nermkirin. Kêmarên etnîkî (wekî macar, romanî, polonî hwd.) mafê wan heye ku beşek mezin a dersan bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin.
  • Medyaya herêmî û çapemenî:Li herêmên ku kêmar lê dijîn, saziyên çapemeniyê (tv, radyo û rojname) û weşanên giştî dikarin zimanê xwe yê zikmakî bê astengî bikar bînin.
  • Çalakiyên çandî û saziyên giştî:Di çalakiyên çandî, festîval û bikaranîna ziman di jiyana rojane û saziyên rêveberiya herêmî de azadîyên zêdetir hatin naskirin.
  • Pîvanên Yekîtiya Ewrûpayê:Qanûn bi taybetî li gorî standard û pêşnîyazên Komîsyona Venedîkê (Venice Commission) û Yekîtiya Ewrûpayê hat amadekirin da ku mafê perwerde û çandê ji bo kêmaran misoger bibe.

Nexşerêya Macaristanê

Ev çend sal bûn ku mafên derdora 100 hezar macarên ku li herêma Transkarpatyayê (Zakarpattia) ya li başûrê rojavayê Ukraynayê dijîn, bûbûn sedema alozîya di navbera hukumeta Ukraynayê û hukumeta Macaristanê de. Bûdapeştê ji ber qedexe û zextên li ser zimanê macarî, muzakereyên tevlîbûna Ukraynayê yên YE’?yê asteng dikirin.

Piştî ku serokwezîrê nû yê Macaristanê Peter Magyar hat ser kar, bi Ukraynayê re planeke ji 11 xalan pêk tê, lihev kir. Macaristanê rakirina vetoyê bi qebûlkirina qanûna kêmaran ve girê dabû. Piştî biryara parlamentoyê, dîplomat li bendê ne ku Macaristan di Konferansa Navhukumetî de destûrê bide vekirina beşên nû yên muzakereyê. Tê payîn ku di navbera serokê ukraynayê Volodymyr Zelenskyy û serokwezîrê macar  Peter Magyar de hevdîtineke yekem a dualî li Brukselê pêk bînin.

Nexşeya dabeşbûna etnîkî ya li Transkarpatyayê (Zakarpattia): Herêmên sor piraniya nifûsa macar nîşan didin. Nexşe: https://hhrf.org/

Paşxaneya dîrokî

Herêma Transkarpatyayê (Zakarpattia) ku li başûrê rojavayê Ukraynayê ye, nêzîkî sînorên Macaristan, Slovakya û Romanyayê ye. Piştî hilweşîna Împaratoriya Awistirya-Macaristanê di dawiya Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, Macaristanê ji duyan sêyê erdê xwe winda kir. Transkarpatya di destpêkê ket bin kontrola Çekoslovakyayê û piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn di sala 1945’an de jî tevlî Komara Sosyalîst a Ukraynayê (Yekîtiya Sovyetê) hat kirin.

Kêmara macar îroj li bajarên mîna Berehove (ku nîvê nifûsa wê macar e) û Uzhhorodê nasnameya xwe diparêze. Zarok diçin dibistanên ku ji aliyê Macaristanê ve tên fînansekirin û bi macarî perwerdeyê dibînin.

Di qanûna salên berê de (2012) li wan cihên ku kêmarek ji 10%ê nifûsê pêk bianîbana, zimanê wê kêmarê ligel ukraynî dibû zimanê fermî yê herêmî. Lê Ukrayna di salê de dawî de polîtîkaya zextan xist merîyetê û di sîstema perwerdehîyê de guhertinan çêkir. Civaka macar û nûnerên herêmî her dem daxwaza “xweseriya çandî” û “desentralîzasyonê” dikin da ku biryarên perwerde û zimanî tenê ji aliyê Kîevê ve neyên dayîn.

 

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.