SerupelCivakInfowelat dosyeya Quebecê weşand: Modela 'federalîzma asîmetrîk'

Infowelat dosyeya Quebecê weşand: Modela ‘federalîzma asîmetrîk’

Tîma Lêkolînê ya Infowelatê dosyeya taybet a eyaleta Quebecê weşand. Lêkolîn balê dikişîne ser hevsengiya "federalîzma asîmetrîk", parastina zimanê fransî û hêza aborîyê ku Quebec kiriye pêşengeke xwerêveberiyê li parzemîna Amerîkaya Bakur de. 

XALÊN SEREKE 

  • Federalîzma asîmetrîk: Statûya xweser, hiqûqa sivîl û dîplomasî.

  • Parastina zimanî: Mecbûriyeta fransî di saziyên fermî û kargehan de.

  • Şoreşa bêdeng: Neteweyîkirina hîdro-aboriyê û modernîzasyona civakî.

  • Ezmûna referandûmê: 50+1% (yek deng zêde be bes e) dikare bibe serbixwe.

  • Projeya Infowelat: Beşek ji rêzeprojeya 12 herêmên otonom.


Tîma Lêkolînê ya Infowelatê, di çarçoveya projeya xwe ya lêkolîna ezmûnên xwerêveberiyê yên navneteweyî de xebata xwe ya sêyemîn  li ser Quebecê weşand. Ev lêkolîna nû bi kûrayî balê dikişîne ser dîrok, sîstema qanûnî û ezmûna Quebecê ku di nava federasyona Kanadayê de wekî mînaka “federalîzma asîmetrîk” tê naskirin. Civaka fransîaxêv a Quebecê di nava deryaya parzemîna Amerîkaya Bakur a îngilîzîaxêv de karîbûye hem domansina nasnameya xwe ya çandî misoger bike  û hem jî di warê aborî û siyasî de statûyeke serweriyê bi dest bixe.

Di nûçeya dosyeyê de bal tê kişandin ku Quebec ne tenê eyaleteke asayî ye lê ew xwedî sîstema xwe ya serbixwe ya hiqûqa sivîl, rêveberiya teqawidiyê û peywendiyên dîplomatîk ên rasterast bi welatên serwer re ye. Taybetiya herî krîtîk a vê modelê ew e ku bi rêya qanûnên mîna Qanûna 101 û Qanûna 96an, zimanê fransî di sazî, rêveberî, perwerdehî û kargehên sektorên taybet de ketiye bin parastina qanûnî û wekî mecbûriyetekê hatîye diyar kirin. Bajarê Montrealê ku piştî Parîsê duyemîn bajarê fransîaxêv ê herî mezin ê cîhanê ye, mînaka herî diyar a vê berxwedana çandî û zimanî ye.

Rêwîtiya siyasî û guherîna civakî ya herêmê bûn e mijarên vê dosyeyê. Ji salên 1960an û bi şûn ve sazîyên perwerdehî û tenduristiyê ji bin hegemonyaya dêrê û kêmara îngilîzîaxêv hatinerizgarkirin û çavkaniyên bingehîn ên wekî sektora hîdroelektrîkê hatine neteweyîkirin. Ev dînamîzma aborî ya ku îro bi Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî (HNN) gihiştiye 333 milyar dolarî, Quebec kiriye duyemîn hêza herî mezin a aboriya Kanadayê.

Dosye di heman demê de balê dikişîne ser ezmûna dîrokî ya referandûmên serxwebûnê. Piştî tecrûbeya referandûma sala 1995an ku tenê bi cudahiya 0.58% alîgirên serxwebûnê têk çûbûn, niha ragihandina serxwebûnê tenê bi piraniya 50+1% ê dengan mimkûn e.

12 herêmên otonom û federal

Lêkolîna li ser Quebecê beşek ji projeya mezin û berfireh a platforma Infowelatê ye. Infowelat radigihîne ku bi vê projeyê  wê lêkolînên li ser 12 herêmên otonom û federal ên cîhanê biweşîne. Berî weşandina vê dosyeyê, xebatên kûr ên li ser tecrûbeya dîrokî û otonomîya xweser a Giravên Alandê û Tîrola Başûr ji aliyê Tîma Lêkolînê ya Infowelatê ve hatibûn amadekirin. Projeya Infowelatê bi analîzkirina van herêmên serkeftî hewl dide ku tecrûbeyên curbecur ên xwerêveberiyê pêşkêşî xwendevanên kurd bike.

Hûn dikarin dosyeya taybet a Quebecê û herêmên din ên otonom rasterast li ser malpera Infowelatê bişopînin