SerupelCivakBougainville li benda parlamentoyê ye: Rêya serxwebûnê dirêj dibe

Bougainville li benda parlamentoyê ye: Rêya serxwebûnê dirêj dibe

Parlamentoya Papua Gîneya Nû encamên referandûma herêma Bougainvilleê ya ji bo serxwebûnê xist rojeva xwe. Gelê Bouganvilleê di sala 2019an de bi rêjeya 97,7% dengê xwe dabû serxwebûnê.

Encamên referandûma herêma xweser a Bougainvilleê ya ku di sala 2019an de hatibû lidarxistin, piştî danûstandinên dirêj cara pêşiyê bi awayekî ket rojeva Parlamentoya Papua Gîneya Nû. Parlamentoyê dest bi nirxandina vê daxwaza serxwebûnê kir, lê biryara dawî ya pejirandinê bi mehan hat paşxistin.

Li gorî encamên referandûmê, ji 97,7ê% niştecîyên Bougainvilleê dengê xwe dabûn veqetîna ji Papua Gîneya Nû. Ji bo ku encama vê referandûmê têkeve merîyetê, divê Parlamentoya Gîneya Nû biryarê bipejirîne. Hat ragihandin ku herdu alî wê di meha çiriya pêşîn de ji bo dîyarkirina roja dengdana fermî ya parlamentoyê civînekê li dar bixin.

Serokwezîr James Marape bang li hemû parlamenteran kir ku bi baldarî li ser van belgeyan rawestin. Marape destnîşan kir ku ev mijar tenê ne pirsgirêkeke destûrî ye, rasterast bi pêşeroja gel û pêvajoya aştiyê ve girêdayî ye. Li gorî çarçoveya plana şêwirê, biryareke erênî ya parlamentoyê wê bibe sedema pêvajoyeke derbasbûnê ya rêveberîya xweser û serxwebûna  wê gav bi gav pêk bê.

Ji şerê navxweyî ber bi serxwebûnê ve

Pêvajoya serxwebûna Bougainvilleê nifûsa wê nêzîkî 370 hezar kesî ye, xwe dispêre krîzên kûr ên dîrokî. Sedema bingehîn a aloziyê nakokiyên li ser parvekirina dahata kana zêr û sifir a Pangunayê û nasnameya etnîk e ku ji serdema kolonyalîst dimîne. Di salên 1990î de, ji ber van nakokiyan şerekî navxweyî rû da û di encamê de bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan. Paşê di sala 2001ê de peymana aştiyê hat îmzekirin û biryar hat dayîn ku referandûma serxwebûnê ji bo siberojê bê hiştin. Îro rêveberên Bougainvilleê daxwaz dikin ku heya îlona 2027an desthilata xwe bi temamî xurt bikin û di sala 2030yî de Bouganvilleê bibe serbixwe.