Di qada perwerdeyê û mafên çandî yên li Sûriyeyê de gaveke krîtîk hat avêtin. Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê bi biryarekê xwendina zimanê kurdî li dibistanên dewletê û yên taybet ên li herêmên kurd lê dijîn qebûl kir. Bi vê gavê re, zimanê kurdî cara pêşiyê di dîroka welat de bi awayekî fermî dikeve nav sîstema perwerdeyê.
Li gorî biryara ku ji aliyê Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Dr. Mihemed Ebdurehman Tirko ve hat îmzekirin, zimanê kurdî weke zimanekî niştimanî hat binavkirin û qebûlkirin. Di biryarnameya fermî de hat destnîşankirin ku armanca bingehîn a vê gavê parastina mafên çandî û zimanî û xurtkirina cihêrengiya çandî ya li welat e.
Di mufredatê de cihê kurdî û sîstema dersan
Li gorî detayên biryarê û bi taybetî li gorî xala duyeîmn, xwendekar wê heftane 3 dersên zimanê kurdî bibînin. Ev ders wê li paş perwerdehiya zimanên erebî û ingilîzî werin dayîn. Encam û notên zimanê kurdî jî wê wekî dersên din ên sereke li ser notên giştî ya dawiya salê bandorê bike. Her wiha ji bo xurtkirina ziman di jiyana civakî de, heftane derseke çalakiyan jî wê bi zimanê kurdî bê kirin.
Li gorî biryara wezaretê, xwendekar dikarin di sala yekemîn de dersên civaknasî, dîrok, cografya û felsefeyê bi daxwaza xwe bi rebî an jî bi kurdî tercîh bikin. Lêbelê hate diyarkirin ku ev mafê hilbijartinê wê tenê ji bo sala yekem a piştî derketina biryarê derbasdar be. Ji aliyê din ve, Navenda Niştimanî ya Bipêşxistina Mufredatê hat erkdarkirin ku mufredata zimanê kurdî ji bo hemû qonaxên xwendinê amade bike.
Şertûmercên ji bo mamosteyan
Di xala sêyemîn a biryarnameyê de îertûmercên ji bo mamosteyan kurdî hatin eşkerekirin. Birêvebiriya perwerdeyê hat erkdarkirin ku kadroyên pêwîst amade bikin. Li gorî van pîvanan, kesên ku zanîngeh an jî kursên qedandine û bi zimanê kurdî baş dizanin dikarin bibin mamoste. Di rewşên pêwîst û lezgîn de, kesên ku derçûyên lîseyê ne û zimanê kurdî baş dizanin jî dikarin werin erkdarkirin. Lê belê, ji bo hemû namzetan serfirazîya di ezmûnên nivîskî û devkî yên zimanê kurdî de wekî şert tê dîyarkirin.
Ji serdema qedexeyan ber bi întegrasyonê ve
Di serdema rêveberiya Baasê de zimanê kurdî bi her awayî qedexe bû. Li dibistanan û saziyên dewletê axaftina bi kurdî dihat cezakirin û bi gelek biryaran kurdî ji qada fermî hatibû dûrxistin. Loma jî ev biryar di dîroka nêzîk a Sûriyeyê de wekî guherîneke krîtîk tê qebûlkirin.
Berîya vê biryarê, Serokê demkî yê Sûriyeyê Ahmed el Şera biryarnameyek bi hejmara 13ê weşandibû û kurdî weke zimanê “netewî” binav kiribû. Ev biryara nû ya perwerdeyê, wekî parçeyek ji pêvajoya întegrasyona rêveberiya xweser û HSDyê ya bi rêveberiya Şamê re tê nirxandin ku ev sal û nîv e berdewam dike.



