Li gorî biryarnameya fermî ya bi hejmara 164an ku ji aliyê serokatiya Sûriyeyê ve hatiye derxistin, Mezlûm Ebdî bi fermî wekî Şêwirmendê Serokatiya Komarê hat tayînkirin. Ev du roj piştî daxuyaniya fermî ya belavbûna HSDê û Rêveberiya Xweser hat avêtin.
Ebdî beriya niha ragihandibû ku HSD û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine belavkirin û hemû sazî û hêzên wan ên leşkerî ketine bin sîwana dewleta navendî ya Sûriyeyê. Di çarçoveya vê peymanê de, şervanên HSDê tevlî lîwayên artêşa Sûriyeyê bûn. Çavkaniyên agahdar diyar dikin ku tayînkirina Ebdî beşek e ji peymana integrasyonê ye ku rê li ber tevlîbûna kurdan a di rêveberiya nû ya Sûriyeyê de vedike.
Paşxaneya întegrasyonê
Tayînkirina Mezlûm Ebdî encameke peymaneke berfireh e ku di 29ê kanûna paşîn de li ser agirbestê û întegrasyona hêzên kurd di nava saziyên dewletê de hatibû imzekirin. Ev proses li ser bingeha peymana destpêkê ya 10ê adara 2025an a di navbera Ehmed al-Şera û Mezlûm Ebdî de hatîye avakirin.
Li gorî peymanê, bîrên petrolê, dergehên sînorî, balafirxane û hemû saziyên îdarî yên Rojava radestî dewletê tê kirin. Li beramberî vê yekê, mafên welatîbûnê, beşdarbûna siyasî û mafên destûrî yên kurdan tên misogerkirin.
Meseleya temsîlîyeta kurdan
Mijara nûnertiya gelê kurd a di rêveberiya nû ya Sûriyeyê de yek ji xalên herî krîtîk ên prosesê ye û di vê mijarê de nerazîbûnên kûr hene. Li gorî daxuyaniyên Şamê, ji 210 kursiyên Parlamentoya Sûrîyeyê, tenê 11 kursî ji bo kurdan hatine veqetandin (4 ji bo Qamişlo, 3 ji bo Hesekê, 2 ji bo Dêrikê û 2 ji bo Kobaniyê). Ev hejmar nîşan dide ku dabeşkirina kursiyan bi awayekî adilane û demokratîk nehatine kirin.
Hikumeta Şamê di 5ê çirîya paşîn 2025an de li herêmên di bin kontrola xwe de hilbijartin çêkiribûn û 126 nûnerên pejirandî diyar kiribûn; di nav van kesan de ji Rojava û Suweydayê tu kes tune bû.
Ji ber vê yekê, tayînkirina Ebdî wek şêwirmend her çend gaveke girung be jî, nerazîbûnên li ser temsiliyeta nehevseng a di Parlamentoya Sûrîyeyê de nîşan didin ku pêvajoyeke dijwar a danûstandinan li pêşiya kurdan û Şamê ye.



